Bi îdiaya ‘bombeyê’ hate girtin bi hinceta ‘raporê’ ceza lê hate birîn

  • rojane
  • 10:38 13 Nîsan 2025
  • |
img

RIHA - Nivîskar Mehemt Serhat Polatsoy bi îdiaya “telîsê bombeyê” demekê di girtîgehê de ma. Li Polatsoy 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn û “rapora” dijîtal a ku dema Polatsoy girtî li ser yekî hatibû dîtin weke hinceta cezayê hat nîşandan.  

Bi îdiaya “telîsê bombeyê” ku hat îdiakirin di 30’ê Nîsana 2013’an de li ser rêya Taxa Şevranê ya navçeya Pirsûs a Rihayê hatiye dîtin, der heqê nivîskar-rojnameger Mehmet Serhat Polatsoy, Dogan Sayin, Mehmet Ekrem Polatsoy, Şahîn Tanrikulu, Ahmet Geçgel, Muslum Halhalli û Ayhan Oruç de doz hatibû vekirin. Her 7 kes jî bi îdiayên “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê”, “Endamtiya rêxistinê”, “Madeyên xetere li cem xwe girtine” û “Propagandaya rêxistinê” hatin darizandin. Di Gulana 2022’yan de jî biryar hate dayin. 
 
HEM BERAET HEM JÎ CEZA
 
2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û ji îdiaya “Madeyên xetere bi xwe re gerandine” jî 5 sal û 6 meh û 20 roj cezayê hefsê û 25 hezar TL jî cezayê pereyan da Mehmet Serhat Polatsoy. Polatsoy, ji her du madeyên din beraet kir 
 
Dadgehê, bi îdiaya “alîkariya çekan daye rêxistinê” li Mûstafa Ekrem Polatsoy, Dogan Sayin, Şahîn Tanrikulu û Muslum Halhalli jî 15 sal cezayê hefsê birî. Ahmet Geçgel û Ayhan Oruç ên ji hêman îdiayê dihatin darizandin jî beraet kir. 
 
Daîreya 4’emîn a Dadgeha Edliye ya Herêma Dîlokê di 12’ê Kanûna 2022’yê de serlêdana parêzerên kesên tên darizandin red kir. Parêzerên dosyayê li ser vê yekê serî li Dadgeha Bilind dan. Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilin jî cezayê bi îdiaya “Madeyên xetere li xwe gerandiye” li Mehmet Serhat Polatsoy hatibû birîn, betal kir. Dadgeha Bilind, cezayên ji îdiayên din hatibû birî jî erê kir. 
 
Belgeyeke dijîtal a di hundirê hafizeya USB’ê de ku dema Polatsoy girtî li ser kesekî li derve hatibû bidestxistin, weke hinceta cezayê Polatsoy hate nîşandan. Nivîsa di belgeya dijîtal de weke “rapora rexnedayinê” ya Polatsoy hate qebûlkirin û weke hinceta cezayê hate nîşandan. 
 
HEM ŞAHIDÊ NEPEN HEM YÊ AŞKERA YE!
 
Polatsoy, biryara Dadgeha Bilind nirxand û got: “Ev tiştên hatine jiyîn, komploya duyemîn e. 3 kesan têkildarî dosyayê îfade dane. Yek ji wan Mîdya Necîp e. Yê din Ayhan Oruç ê hatiya xistin e. Ayhan, hevalê min ê taxê bû. Hem bi navê xwe hem jî bi navê ‘Abuzer’ îfade da. Di danişîna ewil de Ayhan got; ‘îfadeya li emniyetê ne îfadeya min e.’ Her wiha got; ‘Şahidê nepen ê bi navê ‘Abuzer’ ez im. Psîkolojiya min xerab bû. Hemû îfadeyên min bi navê Ayhan û bi koda Abuzer dane derew in, xelet in. Ez tedawiya psîkolojîk dibim.’ Ez di danişîna Tebaxa 2014’an de hatim berdan. Tev li hemû danişînan bûm. Dadgeha Biklind, komploya Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê vala derxist, teşhîr kir. Dadgeha Bilind ku di mijara teqemeniyan de komplo vala derxist, cezayê ‘endamtiya rêxitinê’ erê kir. Ji bo dayina vî cezayî xwe zêde daye zorê. Di biryara bihincet de dibêje ‘Rapora rexnedayînê ya ku dema di girtîgehê de bû nivîsandî...’ tê gotin.”
 
‘TU DELÎLÊN ŞÊNBER TUNE NE’
 
Polatsoy, bal kişand ser “rapora” behsa xeberê û wiha got: “Qaşo min li girtîgehê raporek nivîsandiye û ev rapor di kontroleke rêyê de ketiye destê hêzên emniyetê. Min tu raporên bi vî rengî nenivîsandine. Tişta ku weke delîl tê nîşandan, nivîsa min a dest nîne. Dev ji vê berde, tişta weke delîl tê nîşandan, daneyeke dijîtal e. Gelo ji daneyeke dijîtal çawa cezayê ‘endamtiya rêxistinê’ tê erêkirin? Hişê mirovî ranagire. Ez endamê tu rêxistinan nînim. Lê civaknasekî girêdayî afirînerê konfederalîzma demokratîk birêz Abdullah Ocalan û fikrên wî me. Ez, Kurdekî welatparêz û sosyalîst im.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

05/05/2025
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket
12:06 Li Xana Axparê navê Onder li cadeyekê hate kirin
11:42 Xwebûn bi manşeta ‘Her kes berpirsiyarê ziman e’ derket
11:40 Dema binçavmayinê ya êrişkar Tengîoglû dirêj kirin
11:36 Serdanên ji bo şîna Onder dest pê kirin
11:36 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 73.88’ê
TUÎK: Enflasyon derket ji sedî 48.73’yê
10:55 MKG’ê rapora xwe ya meha Nîsanê aşkera kir
10:42 Di 10 salan de tenê daxwazek qebûl kirin: Doz bêencam tê hiştin
10:17 DAIŞ’ê li Dêrazorê êriş kir
10:16 ‘Onder aştî weke wesiyet ji me re hişt’
09:50 Kesên tev li şîna Onder bûn: Em ê têkoşîna wî mezin bikin
09:47 Kesên teqawît di nava lepên krîzê de ne: Mûçe têra kirê nakin
09:27 AYM’ê ji bo girtina Songul Kapanci ya bi heman hincetê biryara binpêkirinê da
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2025’AN
08:53 Ciwanên Amedê ji bo Onder pankart daliqandin: Oxir be qasidê roja me
04/05/2025
19:34 Malbata Onder û DEM Partî dê sibe şînê danin
19:23 Amedsporê Adanaspor 4-0 têk bir
19:14 Gucenmez ê DEM Partiyî hate binçavkirin
19:10 DBP’ê êrişa li dijî Ozel şermezar kir
18:51 Cenazeyê Onder hate definkirin: Qasidê aştiyê nemir e
17:48 Ji bo xêzeromana Kurdî Gênco çalakî hat lidarxistin
17:42 Êrişên li dijî Elewî û Durziyan li Qamişloyê hatin protestokirin
17:28 Gezmîş, Înan û Aslan li Mêrsînê hatin bibîranîn
17:14 Şandeyeke Vatîkanê çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:24 Alîgirên Amedsporê Onder ji bîr nekirin: Baba Îshak nemir e!
16:18 Li Pasûrê protestoya GES’ê
15:56 Nîşeya Îmraliyê ya bi destnivîsa Onder derket holê
15:50 Ji bo Hasîne Tekînê mewlûd hate dayin
15:39 Cenazeyê Onder ji bo definkirinê birin Goristana Zîncîrlîkuyuyê
15:37 Kesên di Terteleya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan bi meşekê hatin bîranîn
15:29 Îfadeya kesê êrişî Ozgur Ozel kiribû derket holê
15:04 Dayikên Aştiyê: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bidomînin
14:30 Rewşa girtiya nexweş a di greva birçûbûnê de giran dibe
14:22 Li Şengalê semînera ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ hat lidarxistin
14:09 DEM Partiyê ji bo Onder li gelek bajaran şîn danî
14:08 Bakirhan û Hatîmogullari bertek nîşanî êrîşê dan
14:00 Derket holê ku êrîşkar 2 zarokên xwe kuştiye
13:26 DEM Partiyê bertek nîşanî êrişa li dijî Ozel da
13:17 Di derketina AKM’ê de li dijî Ozel êriş hat kirin
13:14 Ji bo kesên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dayin çerax hatin vêxistin
13:13 Pervîn Bûldan: Te aştiya civakî pêk anî, niha dema aştiya mezin e
13:01 Bi nameya ji bavê xwe re nivîsandî xatir jê xwest: Ez bi te serbilind im
12:45 Tulay Hatimogullari: Gotina te dê tu carî li erdê nemîne
12:43 Bi deh hezaran kes ji bo Onder meşiyan
12:33 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Tu dê di dilê bi deh mîlyonan de bê veşartin
12:12 Tûncer Bakirhan: Em soz didin we ku wê ava Firatê biherike Marmarayê!
11:47 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Onder di merasîmê de hate xwendin
11:39 Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin
11:18 Sirri Sureyya Onder bû neferekî dilsoz ê têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê
10:46 Terteleya Dêrsimê di sala 88’emîn de ye: Divê rûbirûbûn çêbibe
10:42 Ji bo Sirri Sureyya Onder li AKM'ê merasîm hat lidarxistin
10:41 Ji bo Sirri Sureyya Onder gel li AKM’ê kom dibe
10:18 HPG: Dewleta tirk di meha Nîsanê de 9 hezar û 790 caran êriş kir
09:51 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:49 Op. Dr. Yildirim: Sezeryan biryara şexsî ya nexweşan bi xwe ye
09:12 Li KURDÎGEH'ê serdema nû ya qeydan dest pê kir
09:05 KCK’ê têkildarî Sirri Sureyya Onder daxuyanî da
09:03 Li qadên jiyanê yên girtiyan kamera tên bicihkirin: Fermana wezaretê ye!
09:00 ROJEVA 4’E GULANA 2025’AN
08:00 Ahmet Turk: Wefata Onder windahiyeke mezin e
03/05/2025
21:53 Rêveberiya Xweser: Wê têkoşîna Onder bibe îlham
21:48 Bafil Talebanî: Gelê kurd dostekê xwe yê rast winda kir
21:45 Ji Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:27 Ji Mesûd Barzanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:22 Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê
21:17 Ji bo Onder şîn hat danîn
16:38 Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da
16:35 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên 'azadî ji Ocalan re'
16:10 Ji TJA'yê 'Diyalogên Jiyana Azad'
15:58 Li Amedê panela 'Di avakirina aştiyê de jin'
15:52 Piştî 30 salan serbet hat berdan: Hêviya me serketina pêvajoyê ye
15:02 Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir
14:27 Xizmên windayan li sê bajaran doza edaletê kirin
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yaman û Gul pirsîn
13:25 Înîsiyatîfa Gelo Haya Te Jê Heye: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
13:16 Rapora meha Nîsanê ya DFG’ê: rapora binpêkirina mafan a meha Nîsanê eşkere kir
12:28 MKG: Em ê nehêlin ku rastî di tariyê de winda bibe
11:05 Starta Cejna 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayîn: Em her derê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek
10:18 Berdevka YPJ'ê: Konferans ji bo pêkanîna banga Ocalan gava yekem e
09:55 31 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Aştî bi hevrûbûnê pêkan e
09:03 Şaredarê AKP'î yê berê otêla ku bi piştgiriya dewletê çêkiribû bi 90 milyonî firot dewletê
09:01 'Heya wekheviya zayendî pêk neyê edaleta avhewayê ne pêkan e'
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2025'AN
02/05/2025
16:39 Helbestvan Fadil Ozturk hate definkirin
16:17 Atolyeya 'sûretên bedenê yên di dem û mekan de'
15:47 Serdanên ji bo taziyeya Pelîn Yilmaz dewam dikin
15:12 Ji binçavkiriyên Taksîmê 372 kes hatin berdan
14:39 Piştî doza Narîn Guranê daxuyanî hat dayin
14:28 Baroya Stenbolê çû serdana Girtîgeha Marmarayê
14:14 Li Erxeniyê 1’emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir
13:50 Lubnanê hişyarî da Hamasê
13:50 Dewleta tirk di 3 rojan de hezar û 84 caran êriş kir
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe