NAVENDA NÛÇEYAN - DYA û Îranê di 12’ê Nîsanê de têkildarî mijara nukleerê li Ummanê hevdîtin kir. DYA’yê hevdîtin erênî nirxand û Îranê jî got ku ew gelek nêzî muzakereyan bûne.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê bi rojeva nukleerê di 12’ê Nîsanê de li Ummanê hevdîtin kir. Hevdîtin, nêzî 2 saet û nîvan berdewam kir. Her du aliyan jî têkildarî hevdîtinan daxuyanî dan.
Qesra Spî, di daxuyaniyê de ji bo hevdîtinan got: “Gaveke ber bi peymaneke mutabaqetê ve ye. Hevdîtin gelek erênî û çêker derbas bûye.”
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi jî têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û got: “Ez wisa difikirim ku di hevdîtinê de em gelek nêzî zemîna muzakereyan bûne.” Arakçî, beriya daxuyaniyê jî ji bo hevd^îtinê gotibû “gelek çêker” derbas bûye.
Li gorî Wezîrê Karên Derve yê Îranê, tevî Amerîkî banga hevdîtina yekser kirine jî, her du aliyan li paytext Mûskatê hevdîtinên “neyekser” kirine.
Lê belê Arakçî û nûnerê Qesra Spî Steve Witkoff diyar kirin ku hevdîtin bi rengekî yekser û di atmosfereke çêker a li ser bingeha hurmeta ji hev re pêk hatiye.
Arakçî, destnîşan kir ku divê muzakere bi encam bibin û ew ê ji nîqaşên ne pêwîst dûr bikevin.
Herdu aliyan lihev kirin ku di 19'ê Nîsanê roja Şemiyê de careke din bicivin.