WAN - Li navçeya Tûşbayê ya Wanê li pey hev çar erdhej çêbûn.
Li navçeya Tûşbayê ya Wanê bi mezinahiya 3.4’ê erdhej çêbû. Çende deqe piştre li heman herêmê bi mezinahiya 3.6’ê erdhej çêbû. Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku erdhej saet di 11.39’ê de çêbû. Mezinahiya erdhejê weke 3,6 (Ml) hate pîvandin û hat gotin ku navenda wê navçeya Tûşbayê ye. Hat ragihandin ku erdhej 10.69 km’an di bin erdî de çêbûye.
Çendek deqe piştî her du erdhejan, îcar jî li Tûşbayê bi mezinahiya 4,0 û 4,2’yê erdhej çêbûn. Erdhej, li navenda bajar û navçeyên derdora wê jî hatin hîskirin. Li gorî agahiyên destpêkê, tu windahiyên canî û malî çênebûne.