COLEMÊRG - Hate hînbûn ku kolberê bi navê Nêçirwan Xatemî yê li ser sînorê Tirkiye û Îranê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê winda bûye, xwe gihandiye malbata xwe ya li Îranê.
Kolber Nêçirwan Xatemî yê ku duh li ser sînorê Tirkiye û Îranê winda bû, xwe gihandiye malbata xwe ya li Îranê. Xatemî duh danê sibehê ji ber rewşa nebaş a hewayê dema hewl dida ji sînorê di navbera gundikê Dirişkê ya gundê Kaşkan ê navçeya Elbak a Wanê û gundê Bilindbasan ê navçeya Gever a Colemêrgê re derbasî Îranê bibe, winda bû. Hat diyarkirin ku Xatemî yê ku ji ber şert û mercên hewayê rêya xwe winda kir û demeke dirêj di rê de zehmetî kişand, ji ber bêhaliyê xerikiye. Piştî agahiya ku winda bûye malbatê dest bi lêgerînê kir û Xatemî xwe gihand ekîbên lêgerînê.
Hate hînbûn ku Xatemî xwe gihandiye malbata xwe, birine gundê Koranê yê girêdayî bajarê Ûrmiyeyê û rewşa tenduristiya wî baş e.