NAVENDA NÛÇEYAN - Selahattîn Demîrtaş ji bo Sirri Sureyya Onder peyameş parve kir û got: “Dilê me bi te re ye kekê Sirri.”
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder şevê di krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê. Onder, piştî emeliyeta ku 12 saetan domiya, rakirin beşa lênihêrîna awarte. Xetereya li ser jiyana Onder didome.
Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, têkildarî Onder peyamek parve kir.
'EM JI TE HEZ DIKIN KEKÊ SIRRI’
Peyama Demîrtaş a li ser hesaba wî ya medyaya dijîtal hatiye parvekirin wiha ye: “Qasidiya aştiyê karekî zehmet e. Li derveyî hemû cureyên hesabên siyasî; ji bo dayik, bav êşa zarokên xwe nekişînin tu dilê xwe didanî holê lê gelek caran qedrê vê nayê zanîn. Her rexne û êriş li te tên kirin, dilê te diêşînin, hewl didin bi rûmeta te bilîzin. Lê heke dilsozê aştiyê bî, tu paşvegavê naavêjî, tu caran dev jê bernadî. Tekane daxwaza te ew e ku beriya bimirî aştiyê bibînî.
Sirri beg, di dema serdana xwe ya dawî ya girtîgehê de jinişka ve aciz bû, rengê wî spî bû, bi dilê xwe girt. Em tirsiyan, me hewl da bangî bijîşk, ambulansê bikin lê destûr neda. Derket korîdorê û hinek bêhn stand. Çavên me, Ahmet Turk û Pervîn Buldan tije hêsir bûn, di wê odeya biçûçik de bi zehmetiya axaftina ser aştiyê me di daqurt. Sirri beg vegeriya, hewl da dîsa wê keyfxweşiya xwe ya her demê nîşan bide û got; ‘Kekê Ahmet heta ku em vê meseleya aştiyê nexin rêyekê mirin tune ye ha!’ Li wê derê me soz da hev û got ‘Ji ewil aştî, mirin jî emrê Xwedê ye.’
Sirri beg bi wî halê xwe derket derve û li pêşiya Girtîgeha Edîrneyê daxuyaniya ‘destê me li ser dilê me digerin.’ Ku bi rastî jî wisa bû. Kurt-Tirk bila her kes bizane ku ev zarokê dilmezin ê gelê Tirk, ji bo aştiyê pir zêde xebitî, gelek ked da, tu caran erzan nefikirî. Dilê wî gelek ji êrişên neheq û heqaretan ma lê dîsa jî guh neda û bi israr di rêya aştiyê de meşiya. Lewma qedr û qîmeta wî gelek mezin e.
Dê Sirri beg rabe ser pêyan, ev aştî dê teqez çêbibe û îşala wê demê dê bi serbilindiyeke mezin bi keda xwe serfiraz be. Tu yek ji wan kesanî ku vê herî zêde heq dikî kekê Sirri; dua û dilê me bi te re ye. Em ji te hez dikin kekê min ê hêja.”