NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetzana Misrî Dr. Fernaz Attia bal kişand ser hêza çareserkirina pirsgirêkan a Abdullah Ocalan û got ku berpirsartiya avêtina gavan li ser milê hikûmeta Tirkiyeyê e.
Nîqaşên li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate parvekirin, didomin.
Hefteyek berê li paytexta Îtalyayê Romayê “Konferansa ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareserî” hat lidarxistin. Ji 16 welatan zêdetirî 300 delege tev li konferansê bûn. Yek ji beşdaran jî ji endamên Înîsiyatîfa Nûn a Azadî ji Abdullah Ocalan re siyasetzana Misrî Dr. Fernaz Attia bû. Fernaz Attia têkildarî banga dîrokî ji ANF’ê re axivî.
Dr. Fernaz Attia, bal kişand ser girîngiya konferansê û got: “Abdullah Ocalan piştgiriyê dide aştî, sosyalîzm û azadiya jinê. Divê hewldanên ji bo azadiya wî bi baldarî bêne şopandin." Dr. Fernaz Attia têklidarî banga 27'ê Sibatê ya Abdullah Ocalan jî ev tişt anî ziman: “Abdullah Ocalan di navbera dewleta Tirk û Kurdan de hewldana aştiyê ragihand. Ev pêşketin wê aramiyê bîne herêma me, yanî Rojhilata Navîn. Şerê navbera Kurdan û delweta Tirk yek ji pirsgirêkên herî girîng ên li herêmê ye. Abdullah Ocalan weke afirînerê paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk ji bo me kesayetekî girîng e. Ev proje ji bo jiyaneke wekhev û azad a li hemû welatan firsendê pêşkêş dike. Ev yek hêza demokrasiyê yê."
HÊZA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN
Dr. Fernaz Attia destnîşan kir ku berpirsyariya dewleta Tirk e ku banga Abdullah Ocalan bi cih bîne û wiha domand: “Aştiya ku li Tirkiyeyê pêk were wê aştiyê bîne Rojhilata Navîn.” Dr. Fernaz Attia ragihand ku bang xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkan e, rageşî û aloziya li Îran, Sûriye û Iraqê bi bîr xist û destnîşan kir ku dewleta kûr a li Tirkiyeyê li pêşiya çareseriyê dikare bibe asteng.
JI BO JINAN DANEHEVIYEKE NÛ
Fernaz Attia, ji bo Jineolojiyê jî got: “Abdullah Ocalan ji bo rola jinê ya li nava civakeke demokratîk û azad, daneheviyeke nû ava kir.” Fernaz Attia, destnîşan kir ku Jineolojî tê wateya demokratîkkirina jiyana jinê ya bi jinê re. Dr. Fernaz Attia got, ev hemû ji bo pêşvebirina projeya neteweya demokratîk e.