STENBOL - Bijîşkên Sirri Sureyya Onder diyar kirin ku demara Aortê ya Onder qetiyaye û aliyê rastê yê dilê wî jî krîz derbas kiriye. Bijîşkan gotin ku rewşa Onder krîtîk e.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê. Emeliyeta Onder 12 saetan domiya û piştre derbasî beşa lênihêrîna awarte hate kirin. Bijîşkên Onder, têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê li pêşiya Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê daxuyanî dan.
Rektora nexweşxaneyê Çavlan Çîftçî diyar kir ku emeliyat 12 saetan domiyaye û got: “Hate tespîtkirin ku dissekiyona Aortê ji koronera rastê dest pê kiriye û tevahiya aortayê digire navxwe. Li gorî rêzê li demara koroner a rastê koroner by-pass hatiye kirin, deriyê aorteyê hate guherandin û li tevahiya aortayê kirariyên greftkirin û anastomoz hatine temamkirin.”
‘XETEREYA JIYANÎ DIDOME’
Çavlan Çîftçî, da zanîn ku emeliyatek a xetereya wê ya mirinê hebû hatiye kirin û got ku tevî pêvajoyên operasyonê bi serkeftî hatine lidarxistin jî aliyê rastê yê dil encamek baş nedaye. Çavlan Çîftçî, diyar kir ku emeliyat 12 saetan domiyaye û tevî ECMO’yê derbasî Beşa Lênihêrîna Awarte hatiye kirin. Çavlan Çîftçî, got: “Xetereya li ser jiyana nexweşê me didome û tedawiya wî li beşa lênihêrîna awarte didome.”
‘EM TABLOYA NOROLOJÎK MEREQ DIKIN’
Çavlan Çîftçî, diyar kir ku ew tabloya Norolojîk a Onder mereq dikin û ev tişt anî ziman: “Dema anîn nexweşxaneyê şiûra wî girtî bû. Ji ber ku niha girêdayî ECMO’yê ye, em nikarin niha nirxandina wî ya Norolojîk bikin. Di demên pêş de em ê di vê mijarê de agahiyên şênber bidin. Dibe ku ev rewş hinek dirêj biajo. Lê em dizanin ku başbûna kronera rastê dê dirêj bidome.”
‘ALIYÊ RASTÊ YÊ DIL KRÎZ DERBAS KIRIYE’
Piştre jî Prof. Dr. Ertan Sagbaş ku Onder emeliyat kiribû axivî. Sagbaş, da zanîn ku cerrahiya disseksiyona aortê herî girîng û tedawiya herî zehmet e û got: “Demara kroner a rastê yek ji wan demaran e ku dil xweyî dike. kronera rastê di hundirê disseksiyonê de mabû, deriyê kronera rastê hindik qelişî bû. Dema ekîbên 112’ê hatin cem Sirri Beg, giliyê xwe kiriye û piştre ketiye erdê. Sedema ketina wî jî ev e. Anku li gel disseksiyonê, li aliyê rastê yê dil krîzeke dil derbas kiriye.”
‘NEXWEŞIYA WÎ HATIYE TEŞHÎSKIRIN, TEDAWIYA DERMANAN DIBÛ’
Sagbaş, axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku dil zêde westiyaye, me kir ku dil hinek bêhna xwe vede. Lewma emeliyat ewqas dirêj ajot. Me xwînîbûn bi kontrol kir. Me alîkariya cîhazê girt û emeliyat 12 saetan domiya. Patalojiyeke pir giran bû. Me beriya niha jî disseksiyonên bi vî rengî gelek kirin lê ya Sirri beg, di demên dawî de ya herî zehmet û cidî bû. Teşhîsa mejî ya Sirri beg hatiye kirin û nexweşiya firehbûna demara aortê hebû. Ev mijar hatiye şopandin û tedawiya dermanan dibû. Me ev teyîd kir.”
‘NEXWEŞÊ ME DI REWŞEKE KRÎTÎK DE YE’
Sagbaş, anî ziman ku dema Onder anîn nexweşxaneyê dilê wî sekinî bû û axaftina xwe wiha qedand: “Dema me girtî emeliyatê me bi masajê bir maseya emeliyatê. Dilê wî sekinî bû. Me bi komeke berfireh mudaxile kir. Jixwe koma di cerrahiya aortê de pispor bû. Rewşa nexweşê me hêj jî gelek krîtîk e. Em nikarin ji bo demekî dirêj tiştekî bibêjin. Em ê geşedanan kêlî bi kêlî bişopînin û li gorî wê jî rêbazên tedawiyê diyar bikin. Me ji cîhazê ECMO’yê hinek paramtereyên ber bi başiyê ve diçin şopand lê di rewşa heyî de rewşa wî hêj gelek krîtîk e. Di vê qonaxê de mirov nikare şîroveyeke ji bo demekî dirêj bike.”