STENBOL - Di danişîna rojnameger Welat Ekîn de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.
Danişîna ewil a doza rojnameger Welat Ekîn ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin.
Der heqê Ekîn de ku ji 20’ê Çileyê heta niha li Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê dihat ragirtin, biryara beraet û tehliyeyê hate dayin.