* Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku yek ji muxatabên banga Abdullah Ocalan jî dewlet e û divê gavan biavêje. Unsal, got: “Heke kongreyek were lidarxistin, divê birêz Ocalan bikare xwe bigihîne kongreyê û ji bo bikare ji mafê hêviyê sûd bigire divê gav bên avêtin.”
* Kudret Aksu ku kurê wê Suleyman Aksu li Pirsûsê hatibû qetilkirin, diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan ew li bendê ne ku dewlet gavan biavêje û got: “Banga me ji bo her dayika bedelên giran daye ye, em xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
* Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Ji bo aştiyê divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Heta birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe pêvajo pêş nakeve.”
* Malbatên di şer de jiyana xwe ji dest dayin, destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û divê dewlet gavan biavêje. Malbatan, diyar kirin ku tevî êş û windahiyan jî ew dev ji daxwaza aştiyê bernadin.
* Newala Tekoran, bi keskehiya çiyayên li quntara xwe û bi şînahiya Çemê Firatê re geştiyaran mest dike. Bi hatina biharê re Newala Tekoran bi rengên cur bi cur xemilî û rê li ber dîmenên rengîn vekir.
* Geşedanên têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder dê bên şopandin.
* Li Dêra Ermenan a Surp Gîragosê ya li navçeya Sûrê ya Amedê Cejna Paskalyayê were pîrozkirin. (10.30-12.30)
* Komîsyona Parastina Hawirdorê ya Amedê dê têkildarî jinûvedestpêkirina xebatên lêgerîna madenê ya li Zozanên Hesendînê li herêmê lêkolînê bike. (11.00)