Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin

  • rojane
  • 09:01 21 Nîsan 2025
  • |

ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku ji bo pêvajo baş derbas bibe divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet were bikaranîn. 

Bi ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mehek û 20 roj derbas bûn lê hêj jî dewletê gavên şênber neavêtine. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku ji bo pêvajo baş pêş bikeve dibe ku Serokkomar Tayyîp Erdogan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rayeya xwe ya efûya taybet bi kar bîne 
 
Kuçukbalaban, cihêkariya di pergala edaletê de rexne kir û got: “Dayikên 84 salî di girtîgehê de tên ragirtin. Lê kesên mirov kuştin bi hinceta tenduristiyê tên berdan. Kurd û sosyalîst rastî vê cihêkariyê tên. Serokkomar herî dawî ji bo 10 kesan biryara efûya taybet da. Di xala 104’emîn a Destûra Bingehînd e ev rayeye ji serokkomar re hatiye dayin. Ji sala 1982’yan heta niha serokkomaran bi giştî ji bo 450 kesan ev rayeye bi kar anîne. Herî zêde jî bi 263 kesan Ahmet Necdet Sezer ev rayeye bi kar anî. Li gorî daneyên ÎHD’ê, serokkomarê heyî jî ji sala 2014’an heta niha der heqê 30 kesan de ev rayeye bi kar aniye. Ev rayeya efûyê, ji bo kesên nexweş, astengdar, kal û hwd. dikare bê bikaranîn.” 
 
'KESÊN BIQESDÎ MIROV KUŞTIN HATINE BERDAN’ 
 
Bi domdarî Kuçukbalaban, wiha got: “Îktîdarê ne kesên ‘sûc li dijî dewletê kirin’ lê yên li dijî mirovahiyê sûc kilrin tehliye kir. Dixwazim çendek mînakan bidim; girtiyekê 45 salî ku ji ber kuştina biqesdî û bikaranîna çeka bêrûxset hatibû girtin, bi rayeya efûyê ya serokkomar hate berdan. Her wiha kesekî 43 salî ku ji kuştina biqesdî hatibû girtin jî hate berdan. Li gel van, korgeneralekî ku ji ber Darbeya 28’ê Sibatê hatibû girtin jî hate efûkirin. Balkêş e ku Mehmet Emîn Alpsoy ê di çarçoveya Doza Hîzbûllahê de û faîlê cînayeta Mehmet Sîncar jî di 2023’yan de bi biryara serokkomar hate efûkirin. Kurê Alpsoy jî bi heman awayî hate tehliyekirin.” 
 
'LI GIRTÎGEHAN DAYIKÊN 84 SALÎ HENE’ 
 
Kuçukbalaban, bi bîr xist ku herî dawî jî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mahîr Polat ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi rapora ATK’ê hatiye berdan. Kuçukbalaban, got: “Binêrin, dayikên 84 salî yên girtî hene. Her wiha endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya 70 salî Hatîce Onaran tevî nexweşiyên xwe girtî ye. Mixabin tevî hewldanên me jî ji bo van rayeya efûyê nehat bikaranîn. Li gorî rapora me ya 2022’yan; 651 jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.” 
 
‘DIVÊ SERERASTKIRIN ÇÊBIBIN’ 
 
Kuçukbalaban, anî ziman ku pêvajoya heyî xwedî wateyeke dîrokî ye û axatina xwe wiha qedand: “Jixwe CPT û DMME û komîte û dadgehên Tirkiye jî aliyekê wan e girtîgehên bi cureya hucreyên yekkesî weke îşkencexane pênase dikin. Anku heke hûn bixwazin meseleyeke wiha çareser bikin, di serî de divê hûn rayeya efûya taybet ji bo aktorê sereke yê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan bi kar bînin. An hûn ê efûya giştî ragihînin an jî ji bo pêvajo baş pêş bikeve rêbazekî din bicebirînin ku berdana girtiyên nexweş jî di nav de. Divê tavilê di vê mijarê de sererastkirinên qanûnî bên çêkirin.” 
 
MA / Omer Gungor 
 

Sernavên din

26/04/2025
10:37 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:30 Li Şamê qedexeyeke din: Qada xebatê ya bijîşkên jin û mêr ji hev hat veqetandin
10:16 Di lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê de 47 kesên din jî hatin binçavkirin
09:49 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:07 Karkerên îneşatê dê ji bo daxwazên xwe li qadên 1'ê Gulanê bin
09:02 Dadgehê rapora ÇED'ê ya projeya GES'ê betal kir
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2025'AN
25/04/2025
16:30 Rapora ÎHD’ê ya 2024’an: Li Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinan mafan hatin kirin
15:40 Girtiyên lêgerîna tazî protesto kirin xistin hucreyê
15:34 Aydogdu ê DEM Partiyî hate berdan
15:24 Li 17 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan
14:40 Şandeya DBP û DEM Partiyê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
14:29 Li lîstikvanê heqaret li alîgirên Amedsporê kiribû ceza hate birîn
14:20 Generalê Rûs di êrişa bombeyî de mir
14:19 Rapora binpêkirinên li 9 girtîgehan: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:27 Ji HDK û DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Gulanê: Em ê li Kadikoyê bin
13:07 Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir
12:19 Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn
12:14 Jinên tev li atolyeyê bûn: Mijara newekheviyê êdî li nava malê jî tê axaftin
11:49 Li dijî biryara komkirina romana ‘Lawikê Gund’ îtîraz hate kirin
11:32 Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike
11:25 Komxebata 28’emîn Stargehên Jinan dest pê kir
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 2 keçên xwe winda kirin, ji bo keça wan a din bijî li bijîşkan digerin
10:30 Doza Narîn Guranê dest pê kir
10:23 Jinên Elewî yên Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser ji bo gelan hêvî ye
09:47 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:45 1’ê Gulanê dê li Amedê bi ruhê Newrozê bê pîrozkirin
09:32 Rêxistinên ciwanan: Em ê di 1’ê Gulanê de xwedî li bangê derkevin
09:28 Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir
09:27 Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin
09:01 TJA: Em fikra ku jinê hepsî malê dike qebûl nakin
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî