NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Kamûran Berwarî destnîşan kir ku li Herêma Kurdistana Federe liv û tevgera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê zêde bûye û wiha got: "Iraq jî wê para xwe ji zerara ku dê rû bide bibîne."
Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasî ya Kurdistana Federe û mamostayê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamuran Berwarî diyar kir ku hem li Herêma Federal a Kurdistanê û hem jî li Iraqê liv û tevgera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê zêde bûne Berwarî ev tevger weke "xetere" pênase kir û wiha got: "Der barê vê rewşê de daxuyaniyên îstîxbarat û rayedarên Iraqê hene. Rêxistinbûyîna van komên çekdar li Kurdistan û Iraqê xeteriyeke mezin e Dixwazin Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê dîzayn bikin."
Berwarî bal kişand ser xala 140’emîn a ku bi statuya Kerkûk û herêmên din ên bi nîqaş (Diyala, Mûsil, Selahaddîn) re eleqedar e û wiha axivî: "Ev komên çekdar bi giranî li herêmên ku xala 140 Ev pirsa han a ku di sala 1991 de hat rawestandin, divê êdî di navbera Iraqê û hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê de bê çareserkirin. Nexasim ji roja ku Sedam Hisên hate darvekirin û vir ve ev pirsgirêk çareser nebûye. Eger çareser nebe, ev komên çekdar wê hebûna xwe li wir bidomînin. Tirkiye li Mûsil û Kerkûkê, li ser sînorê Iraq û Îranê malovaniyê ji van komên çekdar re dike. Bêguman armancên van koman hene ku li vir bi cih bibin; yên li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê derdikevin li van qadan dimînin û tevdigerin."
HEDEFÊN TIRKIYEYÊ YÊN MÛSILÊ
Berwarî diyar kir ku Plana Tirkiyeyê ya ji bo "Împaratoriya Osmanî" ya li ser Mûsilê heye û wiha got: "Tirkiye dixwaze van herêman li gorî vê bingehê têxe bin kontrola xwe. Tevahiya wîlayeta Mûsilê weke ya xwe îdîa dike. Şerê ku ew ê ji bo vê têbikoşe weke mafê xwe dibîne. Ev ne mafek e, lê pratîkeke dagirkeriyê ye. Ji ber ku Komara Tirkiyeyê ya niha di çarçoveya sînorên hatine diyarkirin de ava bûye. Ev sînor di encama peymanên navneteweyî û herêmî de hatine sererastkirin. Dewleta Tirk di vê çarçoveyê de nikare gavek bi tenê jî biavêje. Tirkiyê cara pêşî bajarê Mûsilê di nav projeya Osmaniyan de cih girt. Ji ber vê yekê dixwazin niha dest deynin ser. Ji ber ku li vir dewlemendiya petrol û gazê heye.”
Berwarî anî ziman ku pêwîst e çar parçeyên Kurdistanê polîtîkayên xwe yên herêmî û navneteweyî di ber çavan re derbas bikin û wiha pê de çû: “Divê em bibin yek û rêyekê ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê bibînin. Ji ber ku destketiya me ya sedsalî ya li Başûra Kurdistanê parlamento û ev hikûmeta hatiye avakirin e. Bi rêya Herêma Federal a Kurdistanê proje hene û eger Kurdistana Federe xera bibe, wê Iraq jî para xwe bistîne. Wê karesateke mîna karesata sala 2014'an rû bide."
XALA 140’EMÎN
Xala 140’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê, herêmên Kurdistana Federe, ku di çarçoveya polîtîkaya "Erebkirinê" ya di dema desthilatdariya Baasê ya bi pêşengiya Saddam Huseyîn de demografyaya wê hat guhertin, vedihewîne. Li van herêman ereb hatin bicihkirin.
Di destûra ku piştî hilweşandina rejîma Baas a sala 2003'an hate çêkirin de biryar hate dayin ku li van herêman referandûm were kirin û demografiya beriya polîtîkaya Erebkirinê li ber çavan were girtin û ji gel were pirsîn bê ev herêm wê bi Bexda yan jî Hewlêrê ve girêdayî bin yan na. Belê rêvebiriya Bexdayê nepejirand ku madeya 140 bikeve meriyetê.