NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî da û got: “Heta niha di rêbej, balafirgeh, rêhesin û metroyên me de tu rewşên neyînî xuya nekirine.”
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglû, têkildarî erdheja li Sîlîvrî ya Stenbolê ku bi pileya 6.2’yê çêbû, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da.
Uraloglû, diyar kir ku li gorî lêkolînên wan ên ewil, heta niha jî di rêbej, balafirgeh, rêhesin û metroyan de tu xesar û rewşên neyînî nehatine tespîtkirin. Uraloglû, got ku xebatên wan ên kontrolkirinê didomin.