AMED - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orakê diyar kir ku desthilat bi qedexeya welidandina bi sezeryanê ya desthilatê dixwaze serdestiya li ser bedena jinê pêk bîne û got ku ji bo betalkirina rêziknameyê ew ê bikevin nava liv û tevgerê.
Di çarçoveya bernameya Tirkiyeya Tendurist de "Rêziknameya Saziyên Tenduristiyê yên Taybet ên Li Ser Pêyan Teşxîs û Tedawiyê Dikin" ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve di 19'ê Nîsanê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di vê rêziknameyê de tê gotin ku welidandina bi sezeryanê qedexe ye. Gelek derdor bertek nîşanî vê yekê dan.
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) a Amedê Yildiz Ok Orakê diyar kir ku ev rêzikname bi armanca desthilat bedena jinê û jiyana wê kontrol bike hatiye çêkirin û got ku ji bo betalkirina rêziknameyê ew ê gavên pêwîst bavêjin.
Yildiz Ok Orakê diyar kir ku tenduristkar jî piştgiriyê didin welidandina asayî û divê jin di vî warî de bên teşwîqkirin û got: "Welidandina asayî, rêbaza herî guncav a li gor rewşa ekolojîk û jiyana xwezayî ye. Lê yên biryara vê bidin jin bi xwe ne. Rasterast qedexekirina wê şaş e. Li holê rêbazeke şaş heye. Ne qanûn û desthilat, divê jin biryara awayê welidandinê bidin."
Yildiz Ok Orakê anî ziman ku jin di dema ducaniyê ya 9 mehî de bênavber diçin nexweşxaneyê û ji aliyê bijîşk ve tên kontrolkirin. Yildiz Ok Orakê da zanîn ku di dema van kontrolan de awayê welidandinê diyar dibe û bi vî awayî dertê meydanê ku wê çawa be.
Yildiz Ok Orakê destnîşan kir ku ji bo betalkirina rêziknameyê dê têkevinn nava liv û tevgerê û got: Em saziyên jinan û saziyên tenduristiyê em ê li dijî vê tevbigerin. Em ê li her derî vê yekê vebêjin."