Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin

  • rojane
  • 09:36 24 Nîsan 2025
  • |
img
SÊRT - Ji bo taloqkirina cezayê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku krîza dil derbas kiribû, serlêdaneke nû hate kirin. 
 
Baroya Sêrtê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê bi daxwaza taloqkirina înfazkirina cezayê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam (73) ku li Girtîgeha Tîpa T a Qûbîn a Êlihê tê ragirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dan. Ji bo Çam ev daxwaza hate kirin: “Ji ber nexweşiyên domdar, astengdarî û kalbûnê em dixwazin cezayên wî bên sivikkirin û rakirin.” 
 
'MAYINA WÎ YA LI GIRTÎGEHÊ XETERE YE’
 
Di daxwaznameyê de hate gotin ku mayina Çam a li girtîgehê xetereyeke jiyanî bi xwe re tîne û wiha domiya: “Miwekîl, di 10’ê Nîsanê de dîsa rakirine nexweşxaneya girtîgehê. Li gorî hevdîtinên şîfahî û raporên li pêvekê hatine zêdekirin, ji ber ku tumora di serê miwekîl de mezin dibe û nexweşiyên wî yên cuda heye, xetereyeke mezin li ser jiyana wî heye. Miwekîl, di sala 1952’yan de ji dayik bûye û malbat dibêje ku gelek caran ji ber kaltiyê tiştan ji bîr dike. Cara dawî dem rakirin nexweşxaneyê, nexweşiyên wî gihiştine wê astê ku xetereyeke mezin li ser jiyana wî çê bikin.” 
 
Di daxwaznameyê de hate xwestin ku Çam ji giştînameya bi sernavê “di rewşên nexweşiyên domdar, astengdarî û kaltiyê divê ceza were sivikkirin an jî rakirin” sûd bigire. Hat xwestin ku der heqê Çam de kirariyên pêwîst bên kirin û cezayê wî were sivikkirin û were berdan. 
 
ÇI BÛBÛ? 
 
Mehmet Emîn Çam, dema Serokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Sêrtê dikir, di 12’ê Kanûna 2012’an de bi îdiaya “Meclisa Bajar a KCK’ê” hate girtin. Piştî 10 mehan dîsa hate berdan. Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê îcar jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza lê birî. Cezayê Çam ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û di 14’ê Adara 2022’yan de hate girtin. Çam, li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê 17 rojan di hucreya yekkesî de hate girtin. 
 
Çam, di 1’ê Nîsana 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê hate kirin û hat tespîtkirin ku di mejiyê wî de tumor heye. Di 27’ê Gulana 2022’yan de jî krîza dil derbas kir û anjiyo bû. Di heman demê de Çam nexweşê gurçikan e û du caran ji gurçikên xwe emeliyat bûye. Llê tevî vê jî kîstên di gurçikên wî de dîsa derketin. 
 
Her wiha carekê jî emeliyata kataraktê bû û di çavên wî de miyop astigmat heye. Guhê wî yê rastê nabihîse, aliyê wî yê çepê felc e û bi zehmetî dimeşe. 
 
DAXWAZÊN JI BO TEHLIYEKIRINÊ HATIN REDKIRIN 
 
Ji bo tehliyeya Çam heta niha gelek serlêdan hatine kirin. Lê tevek jî hatin redkirin. Saziya Tipa Edlî (ATK), di 15’ê Mijdara 2024’an de ji bo Çam rapora “Dikare sexbêra xwe bike” amade kir. Di 28’ê Mijdara 2024’an de jî ji bo Serdozgeriya Komarê ya Êlihê serlêdan hate kirin û serdozgeriyê bi hinceta rapora ATK’ê serlêdan red kir. 
 
Çam, di 16’ê Nîsanê de careke din krîza dil derbas kir. Çam ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, piştî tedawiyê di 22’yê Nîsanê de dîsa şandin girtîgehê. Parêzeran, bi daxwaza “taloqkirina înfazê” di 22’yê Nîsanê de serlêdan kiribûn. 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

12:18 Piştî hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê daxuyanî tê dayin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
14:56 Rojnamegera polîsên gef lê xwar serî li ÎHD’ê da
13:54 Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye
13:49 Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan
13:23 Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin