* Parêzer Servet Ozen diyar kir ku divê sererastkirinên qanûnî yên têkildarî “Mafê hêviyê” tavilê bên kirin û got: “Hewceye pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin û her tim weke şantaj neyê bikaranîn.”
* Aktivîsta TJA'yê Delal Tellîoglû Gemê diyar kir ku dewlet bi "Sala Malbatê" plan dike ku jinên li malê heps bike û go: "Em fikra ku jinê mehkûmî malê dike û ji jiyanê dûr dixe, qebûl nakin."
* Dayika girtiyê nexweş Salman Akpinar Koçer Akpinarê xwest ku hemû girtî serbest bên berdan û got: "Kurê min neyê berdan jî em dixwazin sewqî girtîgeheke li Stenbolê bê kirin."
* Nûnerê Herêma Stenbolê yê DÎSK'ê Asalettîn Aslanoglû anî ziman ku 1'ê Gulanê roja têkoşîna hevpar a karker û kedkaran e û bang li her kesî kir ku li Kadikoyê daxwazên xwe yên demokrasiyê biqîrin.
* Qeyûmê Êlihê, ji bo ku di tedbîrên teserûfê de asê nemîne, 4 milyon û 483 hezar TL ji bo Festîvala Qehwe û Çîkolatayê ya ku di 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan de li dar xist xerc kir. Qeyûm îhaleyê da Organîzasyona HBS'ê ku di heyama qeyûmê de bi milyonan pere qezenc kiribû.
* Danişîna doza xizmên Narîn Guranê dê li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (10.00)
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li avahiya xwe aşkera bike. (13.00)
* Şaxa ÎHD’a Amedê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên sala 2024’an li avahiya xwe aşkera bike. (13.30)
* Ji bo 10’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê li Qonaxa Cemîlpaşayê resepsiyon bê lidarxistin. (19.00)