STENBOL - Rêxistinên ciwanan ên li dijî krîzên heyî îtîraza wan heye û ji bo vê têdikoşin, diyar kirin ku ew ê di 1’ê Gulanê de xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin û ji rewşa heyî re bibêjin “bes e.”
Ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran çendek roj man û rêxistinên ked û pîşeyî, partiyên siyasî, jin û ciwan ji bo daxwazên xwe biqîrin amadekariyên xwe dikin. Xwendekarên zanîngehê jî diyar kirin ku ew ê li dijî kedxwariyê, ji bo perwerdeyeke baş û li dijî zextên ser azadiya fikr û ramanê li qadan bin.
Ji Piştevaniya Xwendekaran Sevde Mutlu anî ziman ku di tevahiya dîrokê de her tim barê krîz û şeran li ser pişta gel hatiye hiştin û wiha got: “Weke xwendekaran em ji pergala heyî aciz in. Ji bo vê jî divê em têbikoşin. Ji ber ku em bi deynên KYK’ê, bi deynên krediyan, bi kedxwariya part timeyê hatine eciqandin. Dema mirov ji vê perspektîfê li 1’ê Gulanê dinihêre, ez dikarim bibêjim ji bo xwendekaran li cihekî girîng disekinin. Anku hem li dijî me kedxwarî tê kirin hem jî di qada perwerdeyê de keda me tê xwarin. Dibistanên me veguherîne baxçeyê îktîdarê. Di bin dorpêça polîsên sivîl û hêzên ewlekariya taybet de ne. Em di nava dîwarên kampusan de hefsî bûne. Em ji vê pergalê aciz in û ji bo bertekên xwe nîşan bidin em ê dakevin qadên 1’ê Gulanê.”
'EM LI QADAN BIN’
Ji Fealetiyên Xwendekaran Başak Şelîk jî ciwanên zanîngehê ne tenê di nava jiyana zanîngehê de hene û wiha pê de çû: “Jiyana me ne tenê bi çûn û hatina kampusê, têketin û derketina dersan bisînor nîne. Ji bo xwendinê û debara xwe bikin em mecbûr in bixebitin. Meercên me zehmet in. Li dijî van zehmetiyên em dikişînin divê em li qadên 1’ê Gulanê bin. Ciwan, di meha Adarê de li qadan bûn lewma liv û tevgereke baş heye. Ji ber ku êdî mirov aciz in û hêrsa wan zêde dibe. Li gorî min dê bi vê hêrsê dakevin qadên 1’ê Gulanê.”
BAL KIŞAND SER CIVAKA DEMOKRATÎK
Endamê Meclisa Ciwanan a HDK’ê Ayhan Erşafak jî bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo jin, kedkar û her kesî hatiye kirin. Erşafak, anî ziman ku ciwan xwedî li bangê derketine û amadekariyan dikin ku veguhêzin qadên 1’ê Gulanê. Erşafak, axaftina xwe wiha qedand: “Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî pergala mêrê serdest li cem jinan, li dijî sermayeyê em ê li cem kedkaran, li dijî polîtîkayên pişaftinê em ê li cem gelê Kurd û li cem gelên din cih bigirin. Em baş dizanin ka di van pêvajoyan de ciwan xwedî bandoreke çiqas mezin in û aktoreke çawa ne. Em bi hev re li qadên 1’ê Gulanê xwedî li banga birêz Ocalan derkevin.”