AMED - Ji 5 zarokên Mehmet û Muzeyyen Kavakê 2’yan jê jiyana xwe ji dest dan û 3 zarokên wan jî bi nexweşiyê ketine. Hevjînan, ji bo rizgarkirina keça xwe ya 14 salî ku bijîşk dibêjin “3 meh emrê wê ma ye”, banga alîkariyê li bijîşkan kirin.
Malbata Kavak li Taxa Şeyh Şamîlê ya navçeya Rezanê ya Amedê dijî. Zarokên malbata Kavakê li dijî nexweşiyeke lê peyda bûye têkoşîna jiyanê didin. Dayik û bavên wan Muzeyyen Kavak û Mehmet Mazhar Kavak jî ji bo zarokên wan bijîn têdikoşin. 6 zarokên malbatê hene û yek jê kur bi giştî 5 zarokên malbatê bi nexweşiya hîdrosefaliyê ketine. Di vê nexweşiyê de girêdayî zêdebûna tumor û ava mejîpiştê, kiloxê ser mezin dibe. Cara ewil di sala 2010’an de ev nexweşî li zarokên wan peyda bû. Ji ber vê nexweşiyê, zaroka wan Eylem a 21 salî ji ber tumora mejî û zaroka wan Zozan a 19 salî jî ji ber nexweşiya hîdrosefaliyê jiyana xwe ji dest da.
JI BO KEÇA WAN A 14 SALÎ GOTIN ‘3 MEH EMRÊ WÊ MA YE’
Keça malbatê Rezan Zengîn a 30 salî ku zewicî ye, ji ber nexweşiya hîdrosefaliyê emeliyat bû û ji bo Hasret Dogu a 28 salî jî gumana tumora mejî heye. Tedawiya her du xwişkan jî didome.
Zaroka malbatê ya herî biçûk Nûrhat Kavak e û ji ber tumora mejî emeliyat bû. Emeliyat serkeftî derbas bû û piştre ji ber divereşiya, dîsa rakirin nexweşxaneyê. Îcar jî hate tespîtkirin ku di stûyê Nûrhat Kavakê de tumoreke zû mezin dibe heye. Bijîşkan, ji dayik û bavê wê re gotin ku ji ber cihê tumor lê derketiye xetere ye, nikarin emeliyat bikin, dikarin tedawiya kemoterapî û tirûskê bikin lê bi vê tedawiyê herî zêde dikarin emrê wê 2-3 mehan dirêj bikin.
'EM DIXWAZIN KEÇA ME BIJÎ’
Hevjînên ku ji ber mirina du zarokên xwe êşeke giran jiya bûn, ji bo tu zarokên wan ên din heman aqûbetê nejîn banga alîkariya tedawiyê li bijîşkan klirin. Bav Mehmet Mazhar Kavak got ku daxwazeke wan a ji bo alîkariya madî tune ye û wiha got: “Daxwaza me ew e ku Nûrhat were tedawîkirin. Ji bo keça min gotin 3 meh emrê wê ma ye. Em ê mala xwe, her tiştê xwe bifiroşin lê dê heqê tedawiya keça xwe bidin. Tekane daxwaza me ew e ku keça me ya 14 salî Nûrhat ku rewşa wê giran e bijî. Min 2 zarokên xwe winda kir û li ser 2 zarokên min ên din jî heman xetere heye. Rewşa Nûrhatê her ku diçe xerabtir dibe. Kîjan bijîşk ji vê birîna me re bikare bibe derman, li ku derê dibe bila bibe em ê bibin wir û dixwazin keça me Nûrhat bijî. Ew hêj zarok e. Tekane daxwaza min ew e ku keça min Nûrhat û keçên min ên din derman bibin. Hewce bike dê mala xwe bifiroşim û di konê de bijîm lê bila keçên min bijîn.”
'LI BER ÇAVÊN MIN DIMIRE’
Dayika wê Muzeyyen Kavak jî wiha got: “Êdî hêz di min de nema, perîşe bûm û nema dikarim xwe li ber bigirim. Tiştek ji destê tu kesekî nayê. Lê heke dengê me were bihîstin belkî kesek jê re bibe derman. Du keçên min jiyana xwe ji dest dan û ji bo 3 keçên min jî heman teşhîs hate kirin. Hûn dizanin ka çiqas zehmet e zarokên mirov roj bi roj li pêş çavên mirov bimirin? Dibêjin ku keça min herî zêde dikare 3 mehan bijî. Em ê çawa xwe li br vê êşê bigirin. Bila mucîzeek çêbibe û bijîşk derkeve holê. Bila kesek li me bigere û bibêje me derman dît.”
MA / Heval Onkol