NAVENDA NÛÇEYAN - Li bendera bajarê Bender Ebbas ya Îranê teqîneke mezin çêbû. Di teqînê de herî kêm 47 kes birîndar bûn.
Li Bendera Şehîd Recayî ya li bajarê Bender Ebas ya başûrê Îranê teqîneke mezin çêbû. Medyaya Îranê ragihand ku di teqînê de herî kêm 47 kes birîndar bûn. Teqîn dema ku li Ummanê hevdîtina tûra sêyemin ya Îranê bi DYE’ê re destpê kir pêk hat, lê sedema vê hîna nayê zanîn.
Çapemeniya Îranê ragihand ku sedema teqînê ji ber çend konteynirên ku li qada sekûya bênderê hatine depokirin e. Hat hînbûn ku kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê. Li gorî hin çavkaniyên xwecihî gelek xebatkarên benderê jiyana xwe ji dest dane.