RIHA - Delegeyên tev li Konferansa Yekrêziya Kurd bûn diyar kirin ku dê ev konferans yekitiya Kurdan xurt bike û niha jî dora lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd e.
Di 26’ê Nîsanê de li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 400 delegeyên ji 3 parçeyên Kurdistanê “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” hat lidarxistin. Ev konferans, ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd ku bi sala ye di rojevê de ye jî bû gaveke girîng. Di “Belgeya Helwesta Siyasî ya Hevpar” a di konferansê de hatiye erêkirin de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bal kişandin ser Sûriyeya demokratîk. Di belgeyê de qala Sûriyeyeke nenavendî û çareseriya pirsgirêka Kurd hate kirin û ev belge bi dengê delegeyan hate erêkirin.
Ji delegeyên konferansê Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, got ku niha jî dora Kongreya Neteweyî ya Kurd e û got: “Weke şandeya ji Bakur em li vir bûn şahidên konferanseke dîrokî. Em lidarxistina konferansê, weke gava ewil a Banga Aştî û Civaka Demokratîk dinirxînin. Demokrasî û aştî dê bi yekitiya navxweyî ya gelê Kurd pêkan be. Rojava, parçeya herî biçûk a Kurdistanê ye û gavekî wiha ya mezin a li vir hatiye avêtin dê bi xwe re gavên ber bi yekitiya neteweyî ya Kurd jî bîne. Hêviya me heye. Em ê xebatên xwe yên ji bo vê mezin bikin. Li Rojava di dilê şoreşê de, li qada ku azadiya jinan ji bo hemû dinyayê bûye mînak de em bi kelecaneke mezin beşdarî konferansê bûn. Encamên vê konferansê dê di demeke kin de bibe wesîleya demokratîkbûna Sûriyeyê û gava ewil a yekitiya neteweyî ya gelê Kurd. Di serî de Tirkiye, hemû zîhniyetên Kurdan tune dihesibînin divê vê biryardariyê bibînin. Em ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang dikin, ne li cihekî tune dihesibîne, li cihekî nas dike û rêzê ji îradeyê re digire cih bigirin.”
EVÎN SIWÊD: DÊ YEKITIYA KURDAN XURT BIKE
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd jî anî ziman ku amadekariyên konferansê demeke dirêj bû didomiyan û wiha got: “Ev demekî dirêj bû ku gelê Kurd daxwaza helwestekî hevpar dikir. Tevahiya Kurdan îro keyfxweş in. Ji ber tiştên li çar parçeyên Kurdistanê diqewimin keyfxweş in. Li Sûriyeyê geşedanên nû diqewimin, rejîm guherî. Di demeke li ser pêşeroja Sûriyeyê tê axaftin de mijara herî zêde li ser tê axaftin, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gelê Kurd û dostên wan piştî têkoşîneke salên demdirêj ev destkeftî bi dest xistin. Ev destkeftî, encama bedelên giran in. Ji bo ev destkeftiyên bi Şoreşa Rojava re hatine bidestxistin mayinde bibin, divê gelê Kurd yekdeng be. Divê Kurd bi hev re biçin Şamê. Ev konferans bi vê boneyê gelek girîng e. Ev konferans dê yekitiya Kurdan xurt bike. Helwestên hevpar ên di konferansê de li ser hatiye hevkirin, beriya niha hatibûn axaftin. Di konferansê de ev helwest hatin ragihandin. Ji hemû derdoran kesan di konferansê de cih girtin. Hêvîdarin ev konferans bibe wesîleya Kongreya Neteweyî ya Kurd. Niha dora Kongreya Neteweyî ya Kurd e.”
ŞÊX SÎNAN EHMED SEYDÎ: EV YEKITÎ DÊ BIDOME
Ji alimên olî Şêx Sînan Ehmed Seydî ku ji Qamişloyê beşdarî konferansê bû jî wiha got: “Îro, rojeke taybet e. Bi sala ye gelê me li benda vê rojê bû. Ev, xewna bav û kalên me bû. Ev gav gaveke pîroz e. Em gelek keyfxweş in. Kurdên li her çar parçeyan, bi taybet ên li Rojava şerê man û nemanê didin. Em îro hatin gel hev û dê ev yekitî her bidome. Me îro dît ku xwîna ciwanên me vala nerijiyaye. Bila ev konferans bibe mizgîniya gelek konferansên din.”
BERDEVKÊ ENKS’Ê: EM AMADE NE TIŞTÊN DIKEVIN SER MILÊ XWE BIKIN
Endama Desteya Serokatiyê ya Konseya Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Fesla Yûsif jî wiha got: “Ji ber ku em beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî bûne, gelek keyfxweş bûn. Îro rojeke dîrokî ye. Tişta îro li Sûriyeyê rûdayî cejna gelê Kurd e. Hêvîdarim ev konferans ji hêviyên gelê me re bibe bersivek. Di mijara parastina berjewendiyên gelê Kurd de tu tişt bikeve ser milê me, em amade ne pêk bînin. Di serî de General Mazlum Ebdî û Serok Mesûd Barzanî, spasiya her kesên ji bo vê konferansê ked dayin dikim. Em spasiya herî mezin ji gelê xwe re dikin. Her wiha spasiya dewletên DYA û Fransayê jî dikin ku piştgirî dane me.”
MA / Emrullah Acar