NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê ragihand ku wan ji ber êrişên li dijî Durziyan, derdora qesra serokatiyê ya li Şamê bombebaran kirine.
Êrişên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li dijî pêkhate û baweriyên cuda berdewam in. Herî dawî jî HTŞ’ê êriş bir ser bajarên piraniya şêniyên wê Durzî û gefa qirkirinê xwar.
Piştî êrişan, lîderê olî yê Durziyan Şêx Hikmet el-Hacrîn ku li Sûriyeyê bibandor e, di roja pêncşemê de daxuyanî da û got bi hedefgirtina sivîlan re kampanyaya qirkirinê ya neheq tê meşandin. El Hacrîn, banga “mudaxileya lezgîn a hêzên navneteweyî” kiribû. Di heman demê de El Hacrîn serokê hikûmeta demkî yê Sûriyeyê Ahmed El Şara jî bi “qirkirinê” sûcdar kiribû. Piştî vê daxuyaniyê, Îsraîlê li Şamê derdora qesra serokatiyê bombebaran kir.
DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ÊRIŞÊ
Artêşa Îsraîlê li ser Telegramê daxuyaniyek da û got: “Balafirên me yên şer herêma li derdora qesra serokatiyê bombebaran kir.”
JI ÎSRAÎLÊ HIŞYARÎ
Serokwezîr Binyamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Îsrael Katz, di daxuyaniyên xwe yên nivîskî de gotin: “Ev, ji rejîma Sûriyeyê re peyameke zelal e. Em ê destûrê nedin hêzên xwe bişînin başûrê Şamê yan jî bi tu awayî gef li civaka Durziyan were xwarin.”
Piştî êrişan, li Jaramana, Sahnaya û Suveydeyê ku Xiristiyan û Durzî lê dijîn, pevçûn derketin û hêj didomin.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka hefteya heta niha di encama êrişên li dijî Durziyan û pevçûnan de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.