NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê êrişa di dema merasîma cenazeyê Sirri Sureyya Onder de li dijî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel hate kirin, şermezar kir.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî êrişa li dijî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel a di merasîma oxirkirina Sirri Sureyya Onder de daxuyanî da. DEM Partiyê êriş weke “êrişeke alçax” nirxand.
DEM Partiyê, di daxuyaniyê de wiha got: “Ev êriş, di şexsê Sirri Sureyya Onder de provokasyoneke li dijî lêgerîna aştî û civaka demokratîk e; êrişeke li dijî beşdarên cenazeyê û polîtîkayên aştî û xwişk-biratiyê yên partiya me ne. Em bang li rayedaran dikin ku vê provokasyonê tavilê ronî bikin. Ji birêz Ozgur Ozel re derbasî be.”