AMED - Di danişîna doza cînayeta Hîlal Kar de cezayê muebbeta girankirî li kujer Mehmet Demîrhan hate birîn.
Welatiya bi navê Hîlal Kar di 23’yê Hezîrana sala 2024’an de li Taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezanê ya Amedê ji hêla Mehmet Demîrhan ve hate qetilkirin. Der heqê Demîrhan de ji sûcê “Kuştina bi plankirî û biqesdî” doz hatibû vekirin. Danişîna 2’yemîn a dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Bersûc Demîrhan ku girtî ye û parêzerên wî tev li danişînê bûn. Malbata Hîlal Karê, parêzerên wan, endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê jî danişîn şopandin.
Parêzerê bersûc xwest ku delîlên di îdianameyê de cih negirtin bên komkirin û ji hêla dadgehê ve bên nirxandin. Şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Bersûc Demîrhan, li dijî mutalaaya dozger a bi daxwaza cezayê muebbeta girankirî parastina xwe kir û got: “Cezayê li min tê birîn girîng nîne. Ez dixwazim rastî derkevin holê.” Demîrhan, hewl da qetilkirina Hîlal Karê bi îdiaya “cînayeta namûsê” biparêze.
Xwişka Hîlal Karê, Ebrû Karê jî got: “Madem tu hukmê cezayê lê hatiye birîn ji bo wî nîne, wê demê çima reviya? Xwişka min serê sibehê diçû karê xwe û êvarê vedigeriya mala xwe. Em dixwazin cezayê herî giran lê were birîn.”
CEZAYÊ MUEBBETA GIRANKIRÎ
Parêzer Eda Kar Burakmak jî xwest ku cezayê bersûc neyê daxistin.
Parêzerê bersûc jî îdia kir ku dosya baş nehatiye şopandin û cînayet bi plankirî nehatiye kirin.
Dadgehê, ji ber sûcê “Kuştina bi plankirî û biqesdî” cezayê muebbeta girankirî li Demîrhan birî.