NAVENDA NÛÇEYAN - JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê aşkera kir. Li gorî daneyan, di meha Nîsanê de 34 jin û 3 zarok hatin qetilkirin û 14 jin û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê aşkera kir. Di çeteleyê de hate gotin ku piştî fesihkirina Peymana Stnebolê, tundiya li ser jinan zêde bû. Li gorî daneyên JINNEWS’ê; di meha Nîsanê de 34 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 14 jin û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Bi domdarî hate gotin ku ji jinên hatine qetilkirin 12 jê ji aliyê hevjînên xwe ve, 2 jê ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 4 jê ji aliyê xizmên xwe ve, 6 jê ji aliyê hevjînên xwe yên di asta hevberdanê de ne, 4 jê ji aliyê gumanbarên ku nayê zanîn çiqasî nêzî wan bûn, jinek ji aliyê zarokê xwe ve, jinek ji aliyê bavê xweve û jinek jî ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hate qetilkirin.
Li gorî çeteleyê; ji jinên hatine qetilkirin 12 jê li Stenbolê, 2 li Îzmîrê, 2 li Tekîrdagê, yek li Rihayê, 2 li Samsunê, yek li Kastamonuyê, yek li Hatayê, yek li Manîsayê, 2 li Qersê, yek li Erziromê, 3 li Denîzliyê, yek li Meletiyê, yek li Konyayê, yek li Afyonê, yek li Eskîşehîrê û yek jî li Edeneyê hate qetilkirin.