MÊRDÎN - Danişîna doza kuştina amûrsaz Yûsûf Akin û birîndarkirina Mehmet Eren hate lidarxistin. Dozger, mutalaaya xwe aşkera kir û bi îdiaya “leşker ketine kêmasiyê” ceza nexwest.
Di operasyona leşkerî ya di 20’ê Kanûna 2011’an a li gundê Deyrcemê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de amûrsazê bi navê Yûsûf Akin hate qetilkirin û welatiyê bi navê Mehmet Eren jî birîndar bû. Bi vê boneyê, der heqê 5 leşkeran de doz hatibû vekirin. Di dozê de dadgehê biryara beraetê dabû lê piştre Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi sedema “binpêkirina mafê jiyanê” biryar betal kiribû. Piştî biryara AYM’ê, doz jinûve hatibû lidarxistin. Danişîna 9’an a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin.
Leşkerên bersûc Kadîr Engîn Omay, Şenol Taş, Bahattîn Yaman, Yûsûf Ertûgrûl û Dogan Gokyar û parêzerên wan tev li danişînê nebûn. Leşkerên bersûc ji sûcê “Bi xeletiya xwe bûne sedema mirin û birîndarbûnê” tên darizandin. Ji parêzerên Şaxa ÎHD’a Mêrdînê Erdal Kuzu di danişînê de amade bû.
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozgerî, di mutalaaya xwe de ev îdiaye kir: “Di keşfa di çarçoveya darizandinê de hatiye kirin de hat dîtin ku amûra hîltiyê ya di destê kuştî de weke çek hatiye dîtin, lewma jî bersûc beriya bûyerê bi gefa terorê re rû bi rû mane, amûra hîltiyê di kameraya termalê de weke çek hatiye dîtin û dema di vê çarçoveyê de lê tê nihêrtin jî bûyer bi awayekî xwezayî û maqûl hatiye dîtin.”
Bi domdarî dozgeriyê îdia kir ku ji ber bûyer bi vî rengî qewimî ye, leşker “ketine kêmasiyê” û xwest ceza li bersûcan neyê birîn.
Parêzer Kuzu jî ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest. Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û danişîna dozê taloqî 10’ê Tîrmehê kir.