ÊLIH - Tehliyeya Marûf Turkan ku li Girtîgeha Boluyê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, cara 3’yan hate taloqkirin. Kekê Turkan, Mahfûz Turkan diyar kir ku birayê wî jê re gotiye; “Li vir 35 kes zêdetirî 30 sal in girtî ne. Tehliyeya hin kesan 2 salan hatine taloqkirin.”
Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan bi hincetên cuda tehliyeyên girtiyan asteng dikin. Tehliyeya Marûf Turkan (55) ku li Girtîgeha Boluyê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, cara 3’yemîn hate taloqkirin.
Marûf Turkan, di 11’ê Çileya 1994’an de li gundê Ridvanê yê navçeya Qubînê ya Êlihê hate binçavkirin û li Qereqola Erenzê rastî îşkenceyên giran hat. Piştre jî Turkan birin navenda Êlihê û li vir jî hate îşkencekirin. Piştî 11 rojên binçavmayinê jî Turkan derxistina Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) û hate girtin. Turkan ku birin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, du mehan ji hêla hevalên xwe yên qawîşê ve hate tedawîkirin û piştre jî sewqî girtîgehên Erzirom û Kandirayê hate kirin.
TEHLIYEYA WÎ CARA 3’YAN HATE TALOQKIRIN
Turkan, ji sala 2006’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û diviyabû di 17’ê Sibata 2024’an de bihata berdan. Lê belê tehliyeya wî ji bo 9 mehan hate taloqkirin. Piştî 9 mehan lijneyê careke din rewşa Turkan nirxand û cara duyemîn tehliyeya wî asteng kir. Herî dawî jî di 14’ê Gulanê de tehliyeya Turkan ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Ji bo astengkirina tehliyeya Turkan hincetên weke “Poşmantî qebûl nekiriye”, “Rojname li cem xwe girtiye, pirtûkan dixwîne, bernameyên radyoyê guhdarî dike” û hwd. hatin nîşandan.
Mahfûz Turkan ku di heman dîrokê de tevî birayê xwe hate girtin û 7 meh piştre hate berdan, bertek nîşanî sepanên li girtîgehan da.
35 GIRTÎ LI BENDA BERDANÊ NE
Turkan, diyar kir ku zilma ji sala 1994’an ve dest pê kirî hêj didome. Turkan, da zanîn ku birayê wî di 19’ê Gulanê de li wî geriyaye û jê re wiha gotiye: “Tehliyeya min, Mehmet Şîrîn Bozçali, Mehmet Denîz Guzel, Ozgur Sîncar û Bulent Guneş bi awayekî derhiqûqî hate taloqkirin. Ev heval, zêdetirî 30 sal in girtî ne. Hinceta wê jî sepanên keyfî yên girtîgehê ne. Li vir 35 kes zêdetirî 30 sal in girtî ne. Tehliyeya hin kesan ev saleke ya hin kesan jî zêdetirî 2 sal in tên astengkirin. Ev heval li benda tehliyekirina xwe ne lê ji ber sepanên keyfî nayên berdan. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Bila ev bêhiqûqtî bi dawî bibe.”
BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIR
Turkan, destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan di bêhiqûqtiyan de tu sînoran nas nakin û ev tişt anî ziman: “Li 30 salên girtîgehê çendek salên din jî lê zêde dikin. Marûf û hevalên xwe ji bo rûmeta xwe dijîn. Bêrûmetiyê qebûl nakin. Nikarin bi van sepanan wan têk bibin. Birayê min li dijî zexta poşmantiyê ji lijneyê re got; ‘Me mirin da ber çavên xwe û zêdetirî 30 sal in li vir in. Hûn poşman bibin, em ne mî ne ku serê xwe li ber we bitewînin.’ Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bûne navendên bêhiqûqtiyê û divê bên tunekirin. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikni. Em dixwazin ev neheqî bi dawî bibe.”
MA / Fethî Balaman