Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye

  • rojane
  • 11:21 21 Gulan 2025
  • |
img

ENQERE - Zanyarê siyasetê Prof Dr. Levent Koker diyar kir ku paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye û wiha got: “Firsendeke girîng hatiye bidestxistin. Divê ev firsend neyê hebakirin." 

 
PKK’ê piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî, biryara fesîxkirinê da û dawî li xebatên xwe anî. Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya bi heyeta DEM Partiyê re bal kişandibû ser vê yekê û gotibû: "Pêwîstî bi peymaneke nû ya li ser bingeha biratiyê heye. Ya ku em dikin, guherîneke mezin a paradîgmayê îfade dike. Têkiliya Tirk-Kurd bi temamî cuda ye; ya ku xera bûye têkiliya biratiyê ye." Piştre Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî xwest ku li Meclisê komîsyonek bê avakirin.
 
Zanyarê siyasetê Prof Dr Levent Koker banga Ocalan, biryara PKK'ê û geşedanên heyî nirxand. Koker diyar kir ku biryarên kongreyê yên PKK'ê ji bo pirsgirêka Kurd û pêşeroja Tirkiyeyê şenseke dîrokî ye û wiha got: "Pirsgirêkeke me heye ku dîroka wê vedigere pêşiya komarê. Em vê pirsgirêkê weke pirsgirêka Kurd tînin ziman. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de firsendeke mezin hatiye bidestxistin." 
 
Koker diyar kir ku AKP û MHP'ê qebûl kirine ku divê pergaleke nû ya civakî û siyasî bê avakirin û wiha got: "Bi gotineke din, nêzîkatiyeke wan a mîna, 'Çek hatiye danîn, PKK ji hev belav bûye, em derbasî 'Tirkiyeyeke bê terorîst' bûne û mijar qediya ye nîn e. Ji ber vê yekê, hîn jî rêyeke dirêj heye. Em di kêliyeke diyarker de ne."
 
DEMA ÎNKARÊ DERBAS BÛYE  
 
Koker anî ziman ku Ocalan di peyama xwe ya dawî de bal kişandiye ser ‘paradîgmaya nû’ û destnîşan kir ku ev paradîgma xwe dispêre ‘guhertina paradîgmaya netewe-dewleta Tirk’ û wiha axivî: "Dema em behsa paradîgmaya nû dikin, em behsa avakirina dewleteke din a li derveyî paradîgmaya netewe-dewleta Tirk dikin. Di daxuyaniya PKK’ê de û di daxuyaniya Ocalan a di 27’ê Sibatê de jî wiha tê gotin: Rêxistinbûyîneke siyasî ya xwe dispêre înkarkirina hebûna Kurd heye. Niha, hebûna Kurdan wê di nava karakterê neteweyî yê Komara Tirkiyeyê de bibe xwedî cihekî. Rewşeke nû derdikeve holê ku Tirk û Kurd bi hev re dewletekê ava dikin. Ez vê bi vî rengî fêm dikim. Êdî avabûna paradîgmayî ya li ser bingeha înkarkirina gelê Kurd tê dîtin ku êdî wê derbas bûye. Pêwîste em qala rêxistinbûyîneke nû ya bi armanca naskirina hebûna Kurd a ji bo avakirina civaka demokratîk bikin. Ev rêyeke dirêj e û pêşniyara komîsyonê ya Bahçelî gaveke di rêya rast de ye."
 
'DIVÊ MECLÎS JI BO AŞTIYÊ BIXEBITE' 
 
Koker da zanîn ku komîsyona tê xwestin li Meclîsê bê avakirin divê ji bo civakîbûna aştiyê bixebite û wiha got: "Serokatiya CHP'ê û Serokê wê Ozgur Ozel îlan dikin ku ew destekê didin vê pêvajoyê. Lê belê di nava bingeha CHP'ê de hem jî li beşên din ên neteweperest û heta qismî jî mûxafazakar heye." 
Koker diyar kir ku fikra "Armanca Recep Tayyîp Erdogan a ji nû ve bûyîna serokkomar" yek ji sedemên bertekan e û got, "Tê bawerkirin ku pêvajoyeke aştiyê ya bi tendurist li hawireke ewçend otorîter nikare bê xebitandin, prensîbên dewleta hiqûqê ya demokratîk binpê dike û ji bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dûr dikeve. Hin endamên mûxalefetê tevgera siyasî ya Kurd weke şirîkê veşartî yê hikûmetê dibînin, heta îdîayên ne dûrî aqil ên weke 'DEM Partî hevparê sêyemîn ê Tifaqa Gel e'."
 
ÎNKAR BI LOZANÊ DESTPÊ KIR
 
Koker anî ziman ku sedema bertekan ya duyemîn fikra "Dawiya dewleta tirk, tasfiyekirina Komara Tirkiyeyê ye." di daxuyaniya PKK'ê ya 12 'ê Gulanê de işaret bi girîngiya Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924'an kir û wiha axivî: "Lê belê ev daxuyanî nîşan dide ku polîtîkaya înkarkirina hebûna Kurd a li Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924'an tê nîşandan. Di Peymana Lozanê de ji bilî Tirkî bi her zimanî perwerde qedexe bû. Destûra Bingehîn a sala 1982 'an bi xala xwe ya 42’yemîn re ev yek xurt kir. Ev destpêka înkara Kurd e. Komîsyon dixwaze vê zîhniyetê ji hev biqedîne. Ji ber vê yekê, pêşniyara Bahçelî ya ji bo komîsyoneke ji 100 kesî, eger biryarên bi piraniya jêhatî bide, dikare li ser bingeha yekîtiya Tirk-Kurdan fermaneke nû ava bike. Ji bo civak xwedîtiyê li vê pêvajoyê bike, divê astengiyên zîhnî bên derbaskirin. Divê pêvajo bi nêzîkatiyên mîna kaşkirina lingê xwe yan jî ji nû ve zexmkirina desthilatdariya desthilatdaran neyê astengkirin.”
 
‘DIVÊ FIRSEND JI DEST NEÇE’
 
Koker diyar kir ku pêwistiya Tirkiyeyê bi normeke nû ya damezrîner heye û got, "Suleyman Demîrel di sala 1991'ê de got, 'Em ê rastiya Kurd nas bikin, her kes wê bibe welatiyê ji pola yekemîn'. Em hînê di sala 2025'an de jî qala heman tiştî dikin. Ev yek ji bo civaka Tirkiyeyê şermeke mezin e. Pêşketinên li Rojava ev firsend afirandiye. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi normeke damezrîner heye ku hebûna Kurdan nas dike û wê bi hevkariya wan bê avakirin. Qebûlkirina vê ne hêsan e. Ji ber ku astengkirineke gelekî mezin heye. Lê belê ji bo ev astengî ji holê were rakirin firsendeke girîng hatiye bidestxistin. Divê her kes pêşdarazên bidin aliyekî û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Tekane daxwaza min ew e ku ev fersend ji dest neçe.”
 
MA / Omer Gungor
 

Sernavên din

13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê