Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest

  • rojane
  • 09:44 31 Gulan 2025
  • |

STENBOL - Kurdên li Japonyayê dijîn di hedefa komên nîjadperest de ne. Sekreterê Giştî yê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê Vakkas Çolak ragihand ku di nava kesên dij koçber de kesên bi nêzîkbûna wek alîgirên Partiya Zaferê jî hene.

Kurdên ku di demên cuda de neçar man koçî Japonyayê bikin, di demên dawî de dibin hedefa komên nîjadperest. Komên nîjadperest bi taybetî bi rêya medya farazî bi dijberiya koçberan re malbatên Kurd hedef digirin. Di parvekirinan de gelek caran wêneyên hin malbatan û zarokên wan cih digirin. Tê zanîn ku gelek hesabên ku van parvekirinan parve dikin, wêneyên profîla wêneyên ku bi Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag û rayedarên partiyê re hatine kişandin hene.
 
Sekreterê Giştî ya Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê Vakkas Çolak têkildarî mijarê wiha axivî:  "Li Japonyayê li dijî Kurdan û koçberan propaganda nîjadperestî tê meşandin." Çolak da zanîn ku Kurdên neçarî koçberiyê tên hiştin serlêdana penaberiyê dikin û ji ber vê yekê dibin hedef û wiha got: ""Komên zêde mûxafazakar û nîjadperest ên Japon hem li dijî hikûmetê hem jî li dijî mûxalîfan hewl didin xeteke siyasî biafirînin. Ev rewş, weke şêweyekî dijberiya li polîtîkayên li dijî koçberan ên di dema Şînzo Abe (serokwezîrê berê) de tê nîşandan. Di hedefa vê polîtîkayê de Kurd cih digirin."
 
ROLA PARTIYA ZAFERÊ
 
Çolak anî ziman ku Japonya wê di nava 5 salan de 820 hezar koçberên qebûl bike û komên rastgir hewl didin 'îmaja koçberên bê kalîfiye' biafirînin û wiha got: "Ji bo bigihêjin armanca xwe Kurdan wek hincet nîşan didin. Gotin  'Pirsgirêka Kawagûçî Kurd' pêş xistine û hin organên çapemeniyê jî tevlî bûne. Her wiha îstîxbarata Tirk bi stratejiyeke dij-Kurd dest li vê pêvajoyê bûye. Kurd bi salan e li Japonyayê di nava aştiyê de dijîn, piştî Şoreşa Rojava sempatiyeke mezin bi dest xistin û di parlamentoya Japonyayê de koma dostaniyê ya ji bo Kurdistanê hat avakirin. Di rastiyê de ajansa ewlekariyê ya Japon PKK ji lîsteya xwe ya terorê derxist. Ji bo vê rewşê berevajî bikin komên nîjadperest û nemaze jî endamên Partiya Zaferê hewl didin dijberiya Kurdan zêdetir bikin."
 
ist-31-05-2025-japonyada-kurtlere-irkcilik-vakkas-colak-rop-detay
 
Çolak bal kişand ku balyozê Tokyoyê yê berê Korkût Gungen jî di êrîşan de rol lîstiye û wiha got: "Birêz Gungen bi hevpeyvînên xwe yên ku dane hin organên medyayê yên li Japonyayê yên rastgiriya tund re, dijberiya Kurdan dike. Mîna ku benzîn li ser êgir rijandiye, rol lîstiye."
 
HEWLDANÊN DIJ-KURD
 
Çolak, ji bo parvekirinên nîjadperest ên li medya farazî wiha got: "Parvekirinên li medya civakî tên kirin ji aliyê hin kesan ve tên komkirin û piştre ev naverok bi armanca dij-Kurd tên bikaranîn. Em jî li dijî vê lêkolînên cur bi cur dimeşînin. Hem bi awayekî şexsî hem jî bi awayekî sazûmanî me doz vekir. Pêvajoyên dadgehê yên ku ev salek e berdewam dikin berdewam dikin. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bêyî zerarê bide dostaniya navbera Japonya û Kurdan, bi encam bibe. Ev gotinên nefretê yên ji aliyê kesên nasname nediyar ve tên belavkirin, divê zerarê nede têkiliyên dualî yan jî îtibara navneteweyî."
 
SÎXURTIYA DILDARÎ
 
Çolak têkildarî êrîşên nîjadperest ên li hemberî Kurdên koçber wiha axivî: "Nîjadperest jî hene ku bi rêya hin hesabên sexte yên medya civakî bi ferdên Kurd re 'dostaniyê' datînin û wêneyên malbata xwe parve dikin. Hê bi talûketir jî tê zanîn ku hin kesên ku li Enqere, Stenbol an jî Antalyayê bi rayedarên darazê re têkiliyê datînin bi gotina 'Ez dikarim der barê Kurdên Japonya de agahiyan bidim we, pereyan bidin min' xebatên sîxurtiyê pêk tînin."
 
Çolak, da zanîn ku geşedanên li vir dê bandorê li pêvajoya ku piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dest pê kiriye jî bike û wiha berdewam kir: "Em ji vir ji bo piştgiriyê bidin  daxwaza aştiyê ya gelê Kurd çi ji destê me tê em dikin. Eger ev pêvajo bi ser bikeve, gotinên nîjadperest a li Japonyayê jî wê bêbandor bibe. Di pêvajoya çareseriyê ya beriya niha de Japonyayê bi awayekî vekirî desteka xwe nîşan dabû û hevdîtinên di navbera Birêz Ocalan û Tirkiyeyê de hatibûn kirin bi erênî pêşwazî kiribû. Niha jî em hêvî dikin ku heman nêzîkatî erênî bidome."
 
MA / Omer Îbrahîmoglu
 

Sernavên din

16:43 Gergerlîoglû: 10’emîn Paketa Darazê hêviyên gel şikandin
16:33 Temellî: Beriya çêkirina destûra bingehîn divê rê were paqijkirin
16:07 Li Hindistanê ji ber karesata musonê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:23 Şandeya Koma Çep a PE’yê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
15:16 Greva karkeran di roja 4’an de ye: Em ê dev jê bernedin
13:46 ‘Ji bo tu bûyerên din ên mîna ya Narînê çênebin em ê bixebitin’
13:27 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 26 kes hatin qetilkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Bi gotinê sifir nabe zêr
11:46 Wezarata Dadê: Li girtîgehan 4 hezar û 291 zarok hene
11:20 Jinên tev li meşa li Amedê bûn: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe
11:01 ‘Gava ewil a avadaniya jinê ya enternasyonal bi NADA’yê hate avêtin’
10:31 Xizmetên di 45 salan de li Curnê Reş nehatine kirin di salekê de hatin kirin
09:53 Eren Keskin: 10’emîn Pakêta Darazê ji bo çareseriyê hêvî nade
09:44 Xebatkarê şaredariyê ji ber tacîza li dijî zarok hate girtin
09:35 AKP’ê nekarî dervehiştina ‘muebbeta girankirî’ biparêze
09:15 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya têkildarî sererastkirina Covîd-19’ê hat redkirin
09:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Windakirî, Jin û Têkoşîn’ derket
09:02 Başbûna aboriyê girêdayî pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:15 10'emîn Pakêta Darazê hat erêkirin
08:13 Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi coşeke mezin bi dawî bû
08:12 Meşa 'Ji Yuksel Koç re azadî'
08:06 TEV-ÇAND'ê ji malbata Bavê Teyar re name şand
31/05/2025
17:43 Hevserokê Koma Çep a PE'yê Schirdewan çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:54 Jin ji bo meşa ‘çareseriya demokratîk’ kom bûn
16:52 Meşa 'Çareseriya Civakî' ya jinan: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
15:57 Ji bo daxwaza ‘Ji Kurdî re statû’ dê bimeşin Tirba Ehmedê Xanî
15:43 Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
15:23 Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
15:06 DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin
15:00 Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
14:58 Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
14:24 Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
14:18 Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
14:01 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
13:46 30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'