STENBOL - Rojnamevan Alî Dûran Topuz diyar kir hem nûçeyên di medya hikûmetê de tên weşandin û hem jî xebatkarên medyaya wan daxuyaniyên samîmî yên der barê pêvajoyê de jehrî dikin.
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara bêçekbûyîna PKK'ê, hêviyên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd zêde kirine. Rojnamevan Alî Dûran Topûz ê ji Ajansa Mezopotamyayê re têkildarî zimanê 'êrîşkar', 'mîlîtarîst', 'dij çareserî' ya baskê neteweperest ê CHP'ê û komên neteweperest ên ji MHP'ê veqetiyan û her wiha zimanê 'serdestiyê' yê çapemeniya nêzî hikumetê nirxand.
Topuz wiha axivî: "Ji ber ku desthilatdariyê nekarî bibêje, 'Em nikarin têk bibin. Em jî nikarin bandora Ocalan kêm bikin, em neçar man bikevin vê rêyê. Her wiha li Sûriyê tişt tevlihev bûn, li ser Tirkiyê tehdîd heye, ti vebijêrkeke me tune bû.' Lewma tê fêmkirin ku çima vî zimanî bi kar tînin. Di nava 10 salên dawî de me dît ku vegotina hevpar a êrîşkar, mîlîtarîst, şerxwaz, rûbirû û tirk-îslamî bi giranî nîqaş dewam kirine û heta pîvanên vê yekê jî hene ku dikarin zerarê bidin pêvajoyê. Herî zêde me ev li ku dît? Eger mirov bixwaze li paş xwe binêre, Mehmet Metîner temaşe bike bes e. Mehmet Metîner, ji banga Bahçelî ya navdar a 22'ê Cotmehê û vir ve, di nava derdorên desthilatdariyê de der barê pêvajoyê de mîna şefê dîsîplînê tevgeriya. Mînaka vê ya herî berbiçav jî piştî nûçeyên protokola 8 xalî ya di navbera Mazlûm Abdî û Colanî de hat îmzekirin Savci Sayan got 'Gelo ev mimkûn e? Ew Tirkiyê dixapînin, diviyabû rêxistin bihata fesîxkirin. Beriya ku 5 deqe derbas bibin Mehmet Metîner aramî vexwend û got, 'Dibe ku mesele ne mîna ku destpêkê xuya dikin be'. Piştre derket holê ku haya Enqereyê ji vê heye."
MEDYAYA ÎKTÎDARÊ
Topuz diyar kir ku di medyaya îktîdarê de jî aliyên nayê dîtin heye û got, "Torên trol ên ji aliyê hikûmetê ve tên fînansekirin û di gelek nîqaş û mijaran de ji bo hikûmetê raya giştî ava dikirin. Di destpêkê de bi zimanekî êrîşkar nêzî vê mijarê bûn. Lê piştre, li wir jî cureyekî dîsîplînê hebû. Helbet, aramî tiştekî baş e. Lê belê hikûmetê diviyabû fêm bike ku di vê pêvajoyê de cinawirên afirandiye çiqasî xetere ne. Pirsgirêkên îdeolojîk hem di medya ya hikûmetê de hem jî di kadroyên rêveberiyê de xwedî bingehekê ne ku gotinên samîmî yên li ser pêşkêşkirina pêvajoyê ji raya giştî re û destekkirina pêvajoyê jî jehrî dike."
Topûz da zanîn ku ji bilî medyaya nîzî îktîdarê gelek ekolên cûda hene û wiha got: "Ev komên ku bêyî ku rastiyên dîrokî û hem demdemî yên hem beriya damezirandina AKP'ê hem jî piştî wê hebûn li ber çavan bigirin, bi sûcdarkirina hikûmetê re muxalefetê dimeşînin. Rojnameya Sozcu jî weşaneke bi vî rengî ye û dema ku li dijî Kurdan tiştek dibe pir kelecanî dibin. Mînak dema ku PKK'ê kongre xwe pêk anî û ragihand ku ew ê çekên xwe deynin, mirov ê bibêje, 'roja ku dewlet êdî nema ye'. Tê wê wateyê ku hebûna dewletê bi çekên di destê PKK'ê de girêdayî ye. Ev yek hem pêkenokî ye, hem jî nayê fêhmkirin. Sedema van daxuyaniyan jî ew e ku dema zehmetiyê dibînin li dijî pêvajoyê serî li gotinên bi vî rengî didin."
Topuz çapemeniya nêzî CHP'ê jî rexne kir û navbera CHP'ê, partî û saziyên Kurdan baş e, lê heman tişt ji bo çapemeniya nêzî CHP'ê derbasdar nîn e û şêweyê weşangeriya wan dişibe şêweyê medyaya îktîdarê û hinek caran zimanê vê çapemeniyê dişibe zimanê Zafer Partîsî ya li dijî pêvajoyê.
WEŞANÊN KU ROJNAMEGERIYÊ DIKIN
Li aliyê din Topuz ji bo weşanên medyaya dîjîtal ku dikare bandorê li beşên entelektuel û çapemeniyê dişopîne bike wiha got: "Ji bo T24, Medyascope, Diken, Bianet, Arti Gerçek û weşanên din divê sernavek taybet bê vekirin. Ev cihên ku girêdayî qaîdeyên rojnamegeriyê ne, balê dikişînin ser berjewendiya gel û ne ji bûyerên ku li dijî aştiyê derdikevin, li pey rojnamegeriyeke baş in. Bi awayekî cidî nêzî pêvajoyê bûn û xwe ji tiştên ku hêvî zerarê didin, dûr ketin. Ev yek gelekî sûdewar û bi bandor bû. Em dikarin beşeke taybet ji Medyascopeyê re veqedînin. Ruşen Çakir ji 22'ê Cotmehê û vir ve hem bi şexsî hem jî li gorî polîtîkaya weşana giştî ya Medyascopeyê ji bo encamên erênî û serkeftina vê pêvajoyê hema hema weşanên mîna kampanyayê dike. Bêguman fikar û rexneyên xwe zêde kirin û li ser mijarê nrixandin. Di medyascopê de Gurkan Çakiroglu ku bi şêwaz û zimanek neteweperest dinivîsîne bala min kêşand. Perspektîfeke pir balkêş bû ku lihevhatineke bi Kurdan re wek pêwîstiyeke netewperestiya Tirk nîşan dide. Polîtîkaya weşangeriyê ya Bîanetê, di rewşên bi vî rengî de ji bilî rexnekirinê divê mînak bê girtin. T24 û Dîkenê jî xwe li cihekî bi heman rengî bi cih kirin."
MA / Melîk Çelîk