NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê gelek baregehên leşkerî yên li bajarên Laziqiye û Tartûsê yên Sûriyeyê bombebaran kirin.
Artêşa Îsraîlê gelek baregehên leşkerî yên ku li bajarên Laziqiye û Tartûsê yên Sûriyeyê bi cih bûne bombebaran kirin. Di daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku sîstemên fuzeyên li herêmê hedef hatine girtin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev fûzeyan 'gef li tevgeranadina serbest ya Îsraîlê xwarine'.
Derbarê bê ka di êrîşê de ti kesî jiyana xwe ji dest daye yan na tu daxuyanî nehatiye dayîn.