NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan di çalakiyên vê hefteyê de bal kişandin ser çalakiyên Dayikên Şemiyê ku 30 sal in didome û gotin ku dê têkoşîna xwe bidomînin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ji bo aqûbeta kesên di salên 1990'an de di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin bipirsin çalakiya xwe ya heftane berdewam dikin. Vê hefteyê li Amed, Êlih, Riha, Dêrsim û Colemêrgê daxuyanî hatin dayîn.
ÊLIH
Li Êlihê parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan di hefteya 687' emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Gelek kesên ji partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî çalakiya vê hefteyê bûn.
Ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê Melek Atalay axaftinek kir û wiha got: "Em îro careke din bi dengekî bilind tînin ziman ku me hezkiriyên xwe yên di binê çavan de hatine windakirin ji bîr nekirine, em ê wan ji bîr nekin û ji ber ku em dikevin Hefteya Windayan em ê dest ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin. Ji ber ku malbatên mirovên ji aliyê rayedarên dewletê yan jî avahiyên alîgirê dewletê ve hatine windakirin, em bi salan e heman pirsê didomînin: Hezkiriyên me li ku ne? Windakirina di binçavan de ne tenê ji bo kesên winda bûne trajedî ye, di heman demê de travmayeke ku ji bo kesên ku li pey xwe hiştine, bi nifşan domdar e. Ev sûc nikare ji nedîtî ve were."
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.
DÊRSIM
Li Dêrsimê bi minasebeta 30'emîn salvegera çalakiya Dayîkên Şemiyê daxuyanî hat dayîn. Gelek kes beşdarî daxuyaniya ku li Qada Seyît Riza hate dayîn bûn. Wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin hatin hilgirtin.
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê yê Dêrsimê Ozgur Ateş, bal kişand ku 30'emîn salvegera têkoşîna ku di 27'ê Gulana 1995'an de li Qada Galatasarayê dest pê kir û bênavber berdewam kir û wiha got: "Tevî têkoşîna edaletê ya 30 salan, piraniya kiryaran nehatine darizandin. Doz bi beraetê bi dawî bûn an jî bi hinceta demboriyê dosya hatin girtin."
Di çîroka Hasan Ocak hat xwendin û piştre çalakgeran qurnefîl danîn ber bîrdariya Seyît Riza.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrg û xizmên windayan di hefteya 177'emîn de li Kolana Hunerê ya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in, winda li ku ne?" û "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" hat vekirin. Wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de pirsên derbarê failên Rıdvan Karakoç ê di 15'ê Sibata 1995'an de di bin çavan de hat windakirin hatin pirsîn.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 851'emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê kom bûn. Di çalakiyê de çîroka Hasan Ocak hate xwendin.
RIHA
Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê ji ber Hefteya Windayan daxuyanî da. Di civîna ku li avahiya Şaxê pêk hat de Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Zeynep Dîlek Polat axivî û xwest pêkanînên bêcezahiştinê bi dawî bibin. Zeynep Dîlek Polat got, 'Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) peymanên navneteweyî yên li dijî windakirinên bi zorê îmze bike û bi cih bîne.