ENQERE– Bi minasebeta 20’mîn salvegera koça Ekîn Ceran Dogrûak, bi merasimekî ve li ser gora wê hat bibîranîn.
Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) a ku li Herêma Federe ya Kurdistanê, di qezaya otomobîlê de koç kiribû, bi minasebata 20’min salvegera koça wê bi merasimekî ve li ser gora wê hate bibîranîn. Di merasîma bibîranîna ku li Goristana Karşiyaka hate lidarxistin de, malbata wê, parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) George Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, rêvebirên Rêxistina DEM Partî ya Enqerê û hevalên wê beşdar bûn.
Hevserokê DEM Partî yê Enqerê Fatîh Kanat, diyar kir ku Ekîn Ceren Dogrûak di têkoşîna wan de dijî wiha got: “Îro em di têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê de gihîştine qonaxeke girîng. Em deyndarên hevrêyên weke Ekîn Ceren in. Em wê bi hezkirin û bi rêzê ve bibîr tînin.”
Bavê Ekîn Cerenê Nusret Dogrûak, diyar kir ku keça xwe 20 sal berê winda kirî û wiha got: “Ev 20 sal e heval û dostên Ekîn Cerenê bi me re ne. Ekîn Ceren, ne ji bo xwe, ne ji bo dayik û bavê xwe ji bo têkoşîna azadî û aştiya gelekî hêj di temenê xwe yê ciwan de dema di lîseyê de dest bi têkoşînê kir. Em wek malbata wê me rêz da biryarên wê.”
Merasîma bîranînê, bi danîna beybûnan li ser gora wê ve, ku Ekîn Ceren Dogrûakê jê pir hez dikir, bi dawî bû.