AMED - Li Amedê bi sernavê 'Civaka demokratîk û mafê hêviyê' panel hat lidarxistin. Elîf Tûran bal kişand ku mafê tenduristî û jiyanê diyar kir ku ev maf nabin mijara bazarê.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) bi serenavê “Banga Civaka Demokratîk” û “Mafê Hêviyê” li Eywana Pirtûkxaneyê ya Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) panel li dar xistin. Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter di nav de gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî tev li panelê bûn.
Panela ku rêveberê OHDê Ahmet Guler moderatoriya wê kir, parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa, nivîskar û rojnameger Veysel Avci yê 30 salan di girtîgehê de ma, parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û endama Baskê Mafê Mirovan a Yekitiya Bijîjkan a Tirk (TTB) Elîf Tûran weke axivêr tev li bûn. Di panelê de pankartên “Em ji bo aştiyeke birûmet berxwedana hiqûqa azadîxwaz mezin dikin” û “Bijî Têkoşîna Demokrasî û Azadiyê ya Gelan“ hatin daliqandin.
'DIVÊ DEWLET GAV BAVÊJE'
Di panelê de ewilî parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa axivî. Sûzan Akîpa bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di nava vê pêvajoyê de divê mafê hêviyê baştir were fêmkirin. Em weke hiqûqnasan girîngiyê didin vê yekê.” Sûzan Akîpa qala pêvajoya derketina mafê hêviyê kir û wiha berdewam kir: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) mayîna kesekî ya di girtîgehê de ya heta hetayê weke îşkence bi nav dike. Mafê hêviyê meseleyeke têkildarî azadiyê ye. Li hemû peymanên navnetewî de ev maf heye. Divê dewlet gavan biavêje. Dema em rejîma Îmraliyê dinêrin birêz Abdullah Ocalan zêdetirî 25 salan e di girtîgehê de ye. Pirsgirêka Kurd bandorê li beşên civakî yên li Tirkiyeyê dike. Divê birêz Ocalan demildest ji mafê hêviyê sûdê bigire, divê mirov vê yekê bi awayekî hiqûqî jî bi lêv bike. Têkoşîna ku were dayîn dê bandorê li pêkanîna vî mafî bike.”
Sûzan Akîpa, bi lêv kir ku şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bandorê li gelek qadên Tirkiyeyê bike û wiha domand: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê cara ewil di sala 2021'an de dosyaya birêz Abdullah Ocalan xist rojeva xwe. Em dibînin ku heta niha tu qanûn nehatine çêkirin û dê dîsa vê dosyayê bigire rojeva xwe. Ji sala 1993'yan ve hewldana çareseriyê ya birêz Abdullah Ocalan heye û niha jî vê hewldana xwe didomîne. Hem banga birêz Abdullah Ocalan hem jî fesixkirina rêxistinê geşedanên girîng in. Tevî hemû neyîniyan birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bîrdoziyek bi pêş xist û dema em li têkoşîna 50 salan dinêrin. Rêxistineke ku her tim li gorî demê xwe diguherîne û têkoşînê xurt dike dibînin. Divê têkiliyeke baweriyê were avakirin û ev dualî be. Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan rola xwe bilîze, divê xîtabî ciwanan, jinan, çapemeniyê, saziyên sivîl, partiyên siyasî bike. Ev jî girêdayî pêkanîna mafê hêviyê ye. Divê ewilî ev maf were pêkanîn.”
'MAF NABIN MIJARA BAZARÊ
Dû re endama Baskê Mafê Mirovan a TTBê Elîf Tûran axivî. Elîf Tûran diyar kir ku divê berdana girtiyên nexweş nebe mijara bazarê û wiha got: “Ev mirov azadiyan wan ji destê wan hatiye wergirtin. Em jî neçar in ku bi mafên tenduristî û jiyanê yê girtiyan re eleqedar bibin. Mafê tenduristiyê parçeyekî mafê jiyanê ye. Rewşa nebaş a li girtîgehan tê wateya rewşa nebaş a civakê. Em weke şandeyên serbixwe nikarin biçin çavdêriyê bikin. Li gorî DMMEyê hemû dewletên girêdayî qanûnên wan divê li gorî qanûnên wan tevbigerin, heke tevnegerin ew vî mafî binpêdikin.”
'OCALAN BI XWE HÊVÎ YE'
Nivîskar û rojnameger Veysel Avci jî diyar kir ku ji bo mafên xwe bi dest bixin ketin rêya hêviyê û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan tu caran daxwazeke siyasetî nekiriye. Ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî. Ji ber vê dewletê ew mûxatap girt. Gava ku birêz Abdullah Ocalan avêt ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî hêviyeke. Di nava civakê de pirsgirêka bêbaweriyê heye. Mafê hêviyê ne tenê gaveke hiqûqî ye di heman demê de siyasî, civakî û dîrokî ye. Ev gav xelasiya me hemûyan e. Di avakirina civaka demokratîk de gava herî pêwîst e û dibe ku bibe destpêkek. Ev pêvajoyeke dîrokî ye. Pêdiviya dewletê û gelên Tirkiyeyê jî bi vê pêvajoyê heye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ji bo çareseriya vê gavek hatiye avêtin. Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad bikare bixebite divê gavek were avêtin. Dewlet neçare ku gavê biavêje. Heke bêhêvîbûna civakê dê berdewam bike. Em li benda avêtina gavan e. Divê dewlet ji bo Tirkiyeyeke demokratîk mafê hêviyê nas bike û vî mafî têxe meriyetê. Ji ber vê yekê gavavêtina ji bo mafê hêviyê di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de ji bo hemû kurdan hêviye.”
'FORMEKE NÛ LAZIM E'
Omer Ocalan diyar kir ku pergala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze bi pêş bixe gelek berfireh e û wiha domand: “Şande diçe carna em weke malbat diçin. Dewlet gavan giran diavêje, zehmet dike. Divê em tiştan bikin. Dibe ku dewlet giran tevbigere. Lê Amed, Kurdistan dê çi bike? Rêber Ocalan got divê PKK xwe biguherîne lê divê em hemû xwe biguherînin. Civakeke azad û demokratîk pêş neketiye. Helbet heta astekê hatiye lê têra me nake. 47 sal in hemû cureyên şer hatin meşandin lê biserneketin. Formeke nû lazim e ev jî netewa demokratîk û komun e. Amûrên ku birêz Abdullah Ocalan behs dike ne. Niha deriyê siyasetê ji me re vebûye em dikarin li her derê Tirkiyeyê siyasetê bikin. Divê em pergaleke demokratîk ava bikin. Rêber Ocalan bi moral e, bi coş e, bi kelecan e. Hevalên wî li kêlekê ne. Ev mesele bandorê li her çar aliyê Kurdistanê dike. Hemû tişt bi hev ve girêdayî ne. Êdî kurd modeleke nû derdixin pêş li cîhanê tên nasîn. Ev bingeh qehremanên bênav ji me re ava kiriye. Ji niha şunde em ê li ser mîrateya wan ava bikin. Em ê heta dawiyê şehîdên xwe bi bîr bînin.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.