AGİRÎ- Ji bo daxwaza “Ji Kurdî re statû” dê 2-3 Hezîranê de li Wan û Agiriyê dê rêzeçalakî bên lidarxistin. Dê gelek bajarên herêma Serhedê bi girseyî bimeşin Tirba Ehmedê Xanî.
Çalakiyên 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dewam dike. Bi pêşengiya saziyên zimanê Kurdî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jina Azad (TJA), Partiya Wekeheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî), ji bo daxwaza “Ji Kurdî re statû, Perwerdehiya bi Kurdî” dê 2-3 Hezîranê de meşa girseyê bê lidarxistin.
Dê rêwîtî di 2’ê Hezîranê de li navenda bajarê Wanê bi wesayîtan ve dest pê bike. Li navçeyên Bêgirî û Ebexê dê hinek çalaki lidar bikeve. Di 3’ê Hezîranê de ji navçeya Bazîd a Agirî bi wesayîtan ve bi rê bikevin. Dê ji navenda Bazîdê heta Tirba Ehmedê Xanî meşa girseyî pêk bê. Li Bazîdê çalakî û bernameyên cûda dê lidar bikeve.
‘BANGA VEXWENDINA MEŞÊ’
Dê ji bajarên Wanê, Agirî, Qers, Mûş, Erzirom, Bedlîs, Îdir û Erdexanê gel beşdarî meşê bibin. Ji bo meş û çalakiyan li navçeya Bazîdê belavok hatin belavkirin. Hevberdevkê Komisyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar, di wextê belavkirina belavokan de gel vexwend meşê.
Dilbahar wiha got: “Armanca me ya sereke, bidestxistina statuya Kurdî û perwerdeya bi Kurdî ye. Ji bo vê, li welatê Ehmedê Xanî, em ê vê daxwaza xwe bi dengê herî bilind bînin ziman. Em bangî hemû gele xwe dikin; ji bo ziman û nasnameya xwe em ê di vê çalakiyê de werin cem hev.”