ENQERE - 10'emîn Pakêta Darazê ya ku pêşkêşî meclisê hate kirin li Komîsyona Dadê li gel hemû nerazîbûnan jî bi dengên AKP û MHP'ê hate qebûlkirin.
10'emîn Pakêta Darazê ku bi îmzeya AKP'ê pêşkêşî Meclisê hate kirin û MHP'ê jî piştgirî dayê, ligel bertek û îtirazên muxalefetê di Komîsyona Dadê de hate qebûlkirin. Pakêta ku di komîsyonê de bi dengên AKP û MHP'ê hat qebûlkirin, wê di rojên pêş de li Lijneya Giştî ya meclisê were nîqaşkirin.