AMED - Endama TJA’yê Eylem Saruca ku beşdarî 1’emîn Kongreya NADA’yê bûbû, diyar kir ku meseleya jinê meseleya azadiyê ye ku sînor derbas kiriye û got: “Yek ji mijara herî zêde em li ser axivîn ew bû ku divê rêxistiniya hevpar a jinan veguhere avadaniyeke enternasyonal. Em dikarin bibêjin ji bo avakirina avadaniyeke enternasyonel jî gava ewil bi NADA’yê hate avêtin.”
Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqeyê (NADA), 1’emîn kongreya xwe di navbera 15-17’ê Gulanê de bi dirûşma “Ber bi civakeke demokratîk a li ser bingeha şoreşa jinê” li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hat lidarxistin. Ji 16 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi sedan jin tev li bûn. Di encamnameya kongreyê de “Belgeya Şoreşê ya Jinên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Belgeya Konfederasyona Jinê ya Demokratîk” weke referansa sereke ya Tifaqa NADA’yê hate qebûlkirin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Eylem Saruca ku li ser navê TJA’yê tev li kongreyê bû, têkildarî konferansê û biryarên hatine dayin axivî.
XETA HEVPAR A BERXWEDANÊ
Eylem Saruca, diyar kir ku di kongreyê de zemîna têkoşîneke kolektîf a li dijî tundiya mêr-dewletê derketiye holê û got: “Têkildarî tundî û zextên piralî yên li dijî jinan û rêyên çareseriyê yên li dijî vê hatin nîqaşkirin. Bi rastî jî kongreyê hêz da. Em vê kongreyê weke xurtkirina zemîna xeta berxwedanê ya hevpar a jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê dibînin. Bi zanebûna ku di bingeha krîzan de pergala baviksalar a mêrê serdest heye de nîqaş hatin kirin. Li dijî van polîtîkayên kedxwariyê yên pergalê jî hedefa avakirina jiyana hevpar hate raberkirin. Gelek jinan tecrubeyên xwe vegotin. Li dijî şer, koçberî, tundiyê li ser xeta têkoşîna hevpar a kûrewî nîqaş hatin kirin. Êrişên ser destkeftiyên jinan giran dibin û me dît ku rêya pêşîlêgirtina vê jî tifaqên jinan ên sînoran derbas dikin in. Em li ser tifaqên ji herêman ber bi kûrewî ve mezin dibin, tifaqên ji bo mezinkrina têkoşîna aştî, edalet û azadiyê axivîn.”
HEVDÎTINÊN HEVPAR ZEMÎNEKE HIQÛQÎ AVA DIKE
Eylem Saruca, got ku di serdemeke pergala milîtarîst û paşverû pêşve diçe de têkoşîna hevpar mihûm e û got: “Çawa ku ew di hedefgirtina destkeftiyên jinan de sînoran nas nekin, divê jin jî di xeta têkoşînê de sînoran nas nekin. Ev xeta têkoşînê ya hevpar jî hem mekanîzmayeke parastinê ya jinan hem jî divê potansiyela avakirina jiyaneke nû di xwe de bihewîne. NADA, xeteke wiha pêşkeşî jinan dike. Gava ewil a vê zemîna hevpar, bi jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayî hate avêtin. Bi xurtkirina tifaqên herêmî re ev zemîn tê xurtkirin.
Divê zemîneke makezagonî û hiqûqî yê tifaqê ava bibe. Di esasê xwe de kongre û hevdîtinên bi vî rengî zemîneke hiqûqî ava dike. Bi rastî jî avadanî û torên wiha yên herêmî, ji bo têkoşîna jinan gelek sûdewer dibin û têkoşînê mezintir dikin. Ji ber ku ber bi xebatên enternasyonal ve dibe.”
3 GAVÊN SEREKE
Eylem Saruca, destnîşan kir ku ji bo Tifaqa NADA’yê ji hêla peymanên navneteweyî û mafên mirovan ve sazûman bikin, 3 gavên sereke hatine plankirin û got: “Yek ji van avakirina koordînasyonên herêmî ye. Bi vê yekê re dê dê di navbera welatên endamên NADA’yê de koordînasyoneke têkilîdanînê were avakirin. Ya duyemîn; bingeha hiqûqî ye ku avakirina prototîpên peymanên weke CEDAW, Peymana Stenbolê û NY hezar û 325 di asta herêmî de û yekkirina têkoşînan a li ser vê zemîna hiqûqî ye. Ya sêyemîn jî; serenavê perwerde û pêşistinê ye. Ji bo pratîzekirina rêgezên NADA’yê li herêmê dê perwerde, atolye û kampanya bên lidarxistin û zemîna rêxistinkirinê ya şênber were avakirin.”
DÊ TOR WERE AVAKIRIN
Eylem Saruca, daxuyand ku meseleya jinê êdî meseleyeke azadiyê ye ku sînor derbas kiriye û ev tişt anî ziman: “Hat plankirin ku ji bo têkiliyeke domdar a di navbera rêxistinên jinan de torek were avakirin. Ya din jî ji bo parvekirina tecrube û vîzyonê, biryara zêdekirina lidarxistina hevdîtinên hevpar hate dayin. Ji bo vê jî biryara lidarxistina atolye û formên online hate dayin. Biryar hate dayin ku naverokên dijîtal ên pirzimanî bên hilberandin û bi raya giştî re bên parvekirin.
KONFEDERALÎZMA JINAN
Konfedaralîzma Jinan, pergaleke ku xwed ispêre rêxistiniya cewherî ya jinan, pergaleke demokratîk a sînoran derbas dike ye. Yek ji mijarên sereke ya kongreyê jî ew bû ku lingên vê pergalê bên danîn. Yek ji wan xisûsan jî xweparastin bû. Me got ku di hemû pêvajoyên biryardayînê de divê jin kirde be û divê di hemû pêvajoyan de cih bigirin. Ya din jî me got xweparastin. Nîqaşa xweparastinê ya jinan a li dijî şer, tundî û civakên baviksalar, mezinkirina têkoşîna jiyanê û hwd. hatin nîqaşkirin. Ya din jî hevparîbûneke îdeolojîk bû. Dema xeta têkoşîna hevpar tê avakirin, her wiha divê ziman û zemîneke hevpar jî hebe... Yek ji mijara sereke ew bû ku jin rêxistiniya xwe ya hevpar, li ser zemîneke navneteweyî, veguherînin avadaniyeke hîn bêhtir enternasyonal. NADA’yê ji gelek welatan jin anî gel hev û nîşan da ku zemîna têkoşîna hevpar e. Ji bo avakirina avadaniyeke enternasyonal, belkî jî gava ewil bi NADA’yê hate avêtin.”
MA / Mujdat Can