ŞIRNEX – Li gorî rêziknameya cerdevanan, dema ku cerdevaniyê dikin û ger li gorî Qanûna Hilbijartinê hatibin hilbijartin, cerdevanu qedexe ne di karekî din de bixebitin. Li bajaroka Dêrgulê hem cerdevaniyê dikin û hem jî keya ne.
Li gorî rêziknameya cerdevaniyê, ji cerdevanan re ji bilî cerdevaniyê qedexe ye ku cerdevan li karên din bixebitin. Li gorî xala 17'emîn a Qanûna Rêveberiyên Herêmî, kesên hatine hilbijartin piştî ku hatin hilbijartin divê erkên xwe yên berê yan jî yek ji wezîfeyên ku bi hilbijartinê radibin hilbijêrin. Li gel ku kesên hatine hilbijartin karên din qedexe ne jî, keyayên taxên Nasirhan, Ataturk û Guneyce yên girêdayî bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê hem cerdevaniyê dikin hem jî peywira keyatiyê pêk tînin.
Li bajaroka Dêrgulê ku nifûsa wê 8.999 e û li bajarokê bi giştî 350 cerdevan hene, yek ji cerdevanê bi navê Nezîr Bertan li taxa Nasirhanê, Hamdî Demîr jî li taxa Ataturkê keyatiyê dikin. Omer Gungor jî keyayê gundê Guneyceyê ye. Omer Gungor di heman demê de sercerdevan e. Hêjayî gotinê ye, tevî ku haya wan ji rewşê heye jî, burokrasiya emniyetê û rayedarên îdarî yên bajêr ên mîna qeymeqam, çavên xwe li vê rewşê re digire ku ev cerdevan di her serdema hilbijartinê de ji bo AKP'ê zextê li gel dikin.
Niştecihên taxan ji vê rewşê aciz in û ne diyar e dê der barê cerdevanên ku di heman demê de keya ne tiştek were kirin an na.
NELIRÊTIYÊN DEMA HILBIJARTINÊ
Di her serdema hilbijartinê de li Dêrgulê ku bi 'nelirêtiyên hilbijartinê' di rojevê de ye û li bajarok 5 hezar û 617 hilbijêran hene, AKP'ê bi sedî 54,73 şaredarî bi dest xist. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji sedî 35,84 ê dengan stend. Bajarokê ku xwedî nifûseke zêde ya cerdevanan e, di her serdema hilbijartinê de ji ber ku cerdevan bi rengekî ne qanûnî deng didin, li ser navê kesên din deng didin û zextê li dengdêran dikin û gefê li hilbijêran dixwin ku dengê xwe bidin partiyên ku ew dixwazin. Hat îdîakirin ku ji ber van bêhiqûqiyên ji aliyê cerdevanan ve tên kirin, AKP'ê her hilbijartinên şaredariyê yên li bajarok qezenç kiriye.
MA / Zeynep Durgut