ŞIRNEX - Şêniyên gundên Elkê yên bûne mexdûrên polîtîkayên “ewlehiyê”, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê lê bi şertê ku dewlet ji bo aştiyê gavên şênber biavêjin.
Hêvî û bendewariya şêniyên Şirnex û navçeyên wê yên ji bo aştî û çareseriyê, piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir bûn. Welatiyên ku ji salên 90’î heta niha bûne şahidên şewitandina gundan, qedexekirina zozanan, cînayetên kiryarnediyar, îşkence, koçberî, girtin û binçavkirin û pevçûnan, daxwaza aştî û çareseriyeke mayinde dikin.
'BILA ZAROKÊN ME NEMIRIN’
Meryem Yalçin ku li gundê Ewrekê yê navçeya Elkê dijî, xwest ku êşên heyî bi dawî bibin û got: “Em gelek keyfxweş in ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Em aştiyê dixwazin. Me gelek şer dîtin, me gelek êş kişand. Dayikan gelek şahidiya mirinê kirin. Ji bo çareseriyê em dixwazin dewlet gavan biavêje. Çav û guhê me her tim li televîzyonê ye. Niha hindik jî be hizûra me heye. Em dixwazin wan rojên ku zarokên me nayên kuştin û girtin bibînin.”
'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYÊ’
Salih Temel ê ji gundê Setkarê jî ev tişt anî ziman: “Bi sala ye em li benda tiştekî bûn; ew tişt niha li ber çêbûnê ye. Em ji înîsiyatîfa birêz Ocalan li xwe girtî û berpirsyartiya daye ser milê me memnûn in. 47 sal in em li benda xelasbûna vî şerî ne. Êdî hêviya me heye. Ev pêvajo ne tenê Kurdan, hemû gelan eleqedar dike. Me gelek tişt jiyan lê dîsa jî piştgiriyê didin pêvajoyê. Em hizûrê dixwazin, bila ev xwîn bisekine. Bi hezaran girtî di hefsan de ne, em dixwazin bên berdan. Em dixwazin birêz Ocalan were Amedê û di pêvajoyê de çalak cih bigire. Em bi wî re ne, em ji rêbertiya xwe bawerin.”
Ji gundê Bilbêsê Halîme Dursun jî destnîşan kir ku hewceye hemû dayik xwedî li pêvajoyê derkevin. Halîme Dursun, got: “Em dixwazin Kurd û Tirk bi hev re bijîn. Bila dilê kesekî nesoje. Heke dewlet bi destê Kurdan bigire dê bihêztir be. Abdullah Ocalan rêberê dinyayê ye. Heke ji ewil lê guhdar kiribûna dê hinde xwîn nerijiya. Baweriya me heye, em ê bi ser kevin. Herî zêde jî divê dayik xwedî li pêvajoyê derkevin.”
'DIVÊ OCALAN WERE BERDAN’
Makbule Aşan a ji gundê Tivorê jî bi lêv kir ku barê herî giran ê pêvajoyê li ser milê jina ye û ev tişt anî ziman: “Ji bo ev pêvajo bigihije armanca xwe divê dayik gelek bixebitin. Bila êdî dilê dayikan neşewite. Hewceye dayik bi destên hev bigirin. Bila dayikên leşker, polîs û gerîlayan negirîn. Em ji birêz Ocalan bawerin. Ji ber ku ciwantiya xwe, emrê xwe fedayî vî gelî kir. Lê hêj ê girtî ye. Em dixwazin were berdan. Îro dibêjin ‘bila çekan berdin.’ Lê heke heqê Kurdan nedin, heta Kurdan nas nekin ev mirov dê çawa vegerin?”
Ji şêniyên gundê Muşelayê Remziya Kiliç jî anî ziman ku tekane daxwaza wan aştî ye û wiha axivî: “Em piştgiriyê didin gotinên birêz Abdullah Ocalan. Me gelek tişt dîtin, gelek tişt jiyan lê em dîsa jî dibêjin aştî. Bila gerîla vegerin cem dayikên xwe. Bila xwişk-biratiya Kurd û Tirkan çêbibe. Em ji Apo bawerin. Em dixwazin li gel hev bi azadî û aştiyane bijîn. Bi şev û roj em li televîzyonan dinihêrin, pêvajoyê dişopînin. Hêvî dikim em bi ser kevin.”
'DIVÊ DEWLET JIDIL BE’
Saît Cîn ê ji gundê Guanisê jî daxuyand ku divê dewlet gavan biavêje û got: “Em aştiyê dixwazin. Em dibêjin ‘êdî bes e.’ Bila ev mirin êdî bi dawî bibin. Em dixwazin bi xwişk-biratî bijîn. Lê dewlet hêj jî tecrîd dike. Heta ku dewlet gavên şênber neavêje em ê bawer nekin ku ew jidil in. Em dixwazin li gundê xwe bi çand û zimanê xwe bijîn. Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê.”
MA / Zeynep Durgut