ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku niha peywira herî lezgîn avakirina komîsyona li Meclisê ye.
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît, di serî de operasyonên girtin û binçavkirinê yên li dijî şaredarên CHP’î da û got ku îktîdar hewl dide gel ceza bike û xwest ev operasyon bên bidawîkirin.
BANGA ZEMÊ KIR
Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku mûçeyê kêmtirîn ê li welat niha 22 hezar û 104 TL ye û nêzî 4 milyon teqawid bi 14 hezar û 469 TL’an debara xwe dikin. Gulistan Kiliç Koçyîgît, bang li îktîdarê kir ku ji bo mûçeyê kêmtirîn zem were kirin.
BERTEK NJÎŞANÎ ÎSRAÎLÊ DA
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi domdarî bertek nîşanî êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê da û bang li dinyayê, Tirkiyeyê û Meclisê kir ku li dijî vê qirkirinê dengê xwe derxînin.
'BERPIRSYARTIYEKE DÎROKÎ YA KURTULMUŞ HEYE’
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît Nûman Kurtulmuş ku dîsa weke Serokê Meclisê hate hilbijartin pîroz kir û got: “Ev peywir di heman demê de peywireke mezin dixe ser milê birêz Kurtulmuş. Ji ber ku em di pêvajoyeke dîrokî de ne û ew jî bi berpirsyartiyeke dîrokî rû bi rû ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, berpirsyartiyeke dîrokî li ser milê Meclisê ye.
EM BÊDENGIYA MECLISÊ QEBÛL NAKIN
Peyamên birêz Kurtulmuş ên di dema serdanên partiyên siyasî de em girîng û biqîmet dibînin. Em li gel gotinên wî yên ji bo pêvajoyeke aşkera û bitendurist in. Lewma jî divê Meclis zêdetir bêdeng nemîne. Em bêdengiya Meclisê û paşguhkirina wê qebûl nakin. Divê kesek betlaneyê weke hincet nîşan nede.
DIVÊ KOMÎSYON WERE AVAKIRIN
Dê Meclis dest bi betlaneyê bike lê hewceye ev komîsyon tavilê bê avakirin. Divê Meclis di tevahiya havînê de jî bixebite û tavilê hemû amadekariyên qanûnî yên bo sala nû bên kirin û di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire. Di vê çarçoveyê de hewceye komîsyoneke ku hemû partiyên siyasî tev li dibin were avakirin. Em bang li hemû partiyên siyasî û derdoran dikin ku piştgiriyê bidin pêvajoya avakirina komîsyonê. Divê avakirina komîsyonê neyê taloqkirin û em berpirsyartiya xwe ya li dijî civakê pêk bînin.”
'HEVDÎTINÊN BI DERDORÊN CUDA RE DÊ SÛDEWER BE '
Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgît pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirsa “Gelo dê nûnerên AKP û MHP’ê biçin serdana Îmraliyê yan na?” wiha got: “Ma çima nebe? Em dixwazin ku hemû partiyên siyasî teqez biçin Îmraliyê, bi birêz Ocalan re nîqaşê bikin û nêrînên xwe yên têkildarî çareseriya demokratîk û aştiyê parve bikin. Birêz Ocalan dixwaze bi derdorên cuda re, bi rewşenbîr, nivîskar û jinan re hevdîtinê bike. Partiyên siyasî yên cuda dixwazin bên gel hev û vê pêvajoyê yekser û bênavbeynkar nîqaş bikin. Li gorî me ev yek dê ji bo pêvajoya heyî gelek sûdewer be. Li pêşiya çûna Îmraliyê ya partiyên siyasî tu astengî nînin. Divê Wezareta Dadê yekser pêşiya vê veke. Ev yek dê ji bo aştî û pêvajoya Tirkiyeyê sûdewer be. Hevdîtinên aktorên Kurd, derdorên Kurd ên bi birêz Ocalan re jî dê gelek sûdewer be. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên bi birêz Talabanî, birêz Barzanî, birêz Ebdî û derdorên din re gelek girîng e. Jixwe birêz Ocalan ev daxwaza xwe anîbû ziman.”
'HER KES DIXWAZE KOMÎSYON WERE AVAKIRIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji bo pirsa têkildarî hevdîtinên bi partiyên siyasî re û nêrîna wan a têkildarî avakirina komîsyonê jî ev bersiv da: “Hemû partiyên siyasî dibêjin ‘Divê komîsyonek were avakirin.’ Di vir de têkildarî şêweya komîsyonê nîqaş hene. Lêbelê ji bo esasê tu nerazîbûn nînin. Li gorî ev nîqaşên ser usûlê jî bi hevdîtinên birêz Kurtulmuş dikare were çareserkirin. Her kes dibêje pêdivî bi komîsyonê heye. Ev ji bo me gelek girîng e. Em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de mutebeqeteke berfireh heye.”