AMED - Ji bo endamê HPG’ê Ethem Kocaman ku di pêvajoya agirbestê de jiyana xwe ji dest da, şîn hate danîn.
Ji bo endamê HPG’ê Ethem Kocaman (Welat Hêmin) ku di 27’ê Gulanê dema biryara agirbestê ya HPG’ê didomiya de li Zapê di êrişa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Erxenî ya Amedê şîn hate danîn. Şîn, li mala şînê ya li Taxa Îstasyonê hate danîn û bi girseyî hate ziyaretkirin.
Serdan, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê hate kirin û gelek kes tev li bûn. Hevserokê DBP’a Amedê Ahmet Dogan di serdanê de bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got ku di vê pêvajoyê de berpirsyartî dikeve ser milê hemû derdoran.
Dogan, got: “Divê em bi destên hev bigirin. Divê ne tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê em tevek li dijî şer bisekinin.”