AMED - Ulaş Bayraktar diyar kir ku pêdivî bi pêvajoyeke her kes li ser hînbûnên xwe bifikire heye û girîngiya hatina ba hev a kesên xizmên xwe di şer de winda kirin wiha vegot: "Divê mirov bi hêviya îradeyê tiştekî bike. Em hinekî hînbûnên xwe ji bîr bikin û guhdar bikin."
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya civakî de hevdîtina “Rêya Diçe aştiyê: Bîr û Edalet” li dar xist. Di civînê de, malbatên gerîla û leşkerên ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê yên di pirsgirêka Kurd de jiyana xwe ji dest dane beşdar bûn. Di roja yekemîn de bêtir çîroka wan û êşên wan hatin parvekirin. Di civînê de hinek kêliyên hestiyar jî rû dan.
Çîroka dayika Rozerîn Çûkûrê ku di nava kamyonên xefriyatê de li cenazeyê keça xwe digeriya û têkoşîna wê ya ji bo definkirinê termê keça xwe ku gora kolandibû 5 meh û nîvan vala mabû, çîroka Cemîle Çagirga, Malbatên Roboskê û çîrokên Vedat Aydin û Mehmet Sincar hatin parvekirin. Di heman demê de, Doçent Dr. Ulaş Bayraktar ê ku di Beşa Rêveberiya Cemawerî ya Zanîngeha Mersînê de akademîsyen e û bavê xwe di sala 1980’an de di çalakiyên çekdarî yên PKK’ê de winda kiribû û di 11’ê Çileya 2016’an de ji ber îmzekirina danezana "Em Nabin Şirîkê Vî Sûcî" ji zanîngehê hatibû avêtin jî di civînê de çîroka xwe parve kir. Xala hevpar a civînê ya ku dirêjiya rojê domand û beşdaran êşa xwe vegotin, daxwaza wan aştî bû.
Bayraktar ê ku beşdarî civînê bûbû û êşa li Kurdistanê guhdar kiribû, diyar kir ku van çîrokan berê jî bihîstiye û wiha got: “Ez van çîrokan ji xwendekar, heval, cîran, nûce û ji televîzyonê dizanim. Ji ber vê ez ne xerîb im. Lêbelê vî hestî bi nêrîna nava çavên hevudin û guhdarkirin tişteke din e.”
Bayraktar, diyar kir têgihîjtina êşê ya bi temamî ne pêkan e û wiha pê de çû: “Ne pêkan e ku ez wan fêm bikim. Marîfet ew e ku meriv bêyî kişandina wê êşê hest bike. Guhdariya ravakirina wan qebûlkirina heqîqetê ye û ji bo wê hewldan girîng e.”
Bayraktar, bibîr xist ku li ser mirina bavê wî de 45 sal derbas bûnê lê hêj çareser neûye û wiha dirêji da axaftina xwe: “Ger ev pirsgirêk heta niha bi awayeke hilweşîner dewam kiribe wê wextê divê tişteke dîtir bê kirin. Gotina wan a ku dibêjin “bêterorî”, heta sedemên wan neyê çareserkirin, ne pêkan e. Gelek tiştên cihê hene: Bomba, îşkence, girtin, cenaze, kesên ku hêj cenazeyê xwe negirtine.”
‘PÊDIVÎ BI PÊVAJOYEKE HER KES LI SER HÎNBÛNÊN XWE BIFIKIRE HEYE’
Bayraktar, destnîşan kir ku divê di pêvajoya aştiyê de tiştên ku têne zanîn werin pirsîn ne tiştên ku nayên zanîn û Bayraktar di axaftina xwe de bîranîneke xwe wiha parve kir: "Xizmekî hevalekî me yê zanîngehê koça dawî kir, em ji bo merasîma cenaze çûn cemxaneyê. Xwendekarên min gotin, 'niha dê çi bibe, mamoste?' Min got, 'nizanim, ev cara yekem e ku ez têm cemxaneyê.' Wan got, 'tu çi dibêjî ma tu Elewî nînî?' Ew pir pir ji xwe bawer bûn... Navê wî Ulaş e, axaftina wî sosyalist e, ew muxalif e. Ew bê guman Elewî ye. Ew dizane: Ûlaş Elewî ye! Ev xirab e, ev xayîn e, ev cudaxwaz e, ev faşîst e, ev şerîatparêz e... Tiştên ku em difikirin ku em dizanin ji yên ku em nizanin xeternaktir in. Em her kesî dixin qalibekî. Dibe ku tiştên em dizanin hinekî ji bîr bikin û bi baldarî guhdarî bikin. Pêdivî bi pêvajoyeke her kes li ser hînbûnen xwe bifikire heye.”
Bayraktar, diyar kir ku ev lêpirsîn ne di wateya “jibîrkirina her tiştî” an “bêbîrbûn”ê ye û bêyî jibîrkirina bêedaletiyê destpêkirina pêvajoeke nû ya guftûgoyan pêkan e û got: “Hêvî ne bijare ye, hewcedariyek e. Ez hewl didim ku ez hêvîdar bim. Ev ne wekî Pollyannayê ye.”
‘EZ SÎNOR DIXIM NAVBERA XWE Û KÎNÊ’
Bayraktar, bal kişan ser zimanê pêvajoyê û axaftina xwe wiha domand: “Tirsa min a herî mezin, kesên mexdûr têkevin pozistona quretiyê. Mixabin îro tişta ku Îsraîl bi serê Filistin de tîne, kesên mexdûr, bi kîna xwe ve û bi hesta tolhildanê ve tundiyeke mezin diafirînin. Ger em bêyî ku haya me jê hebe em hewl bidin ku bersiva kesên bi kîn li me dinêre em ê jî veguherin kirdeya kînê. Ez sînor dixim navbera xwe û kînê, lewre ger ez têkevim di bin bandora wê hestê, ez ê jî bibim şîrîkê vê bêedaletiya ku ez niha lê îtîraz dikim.”
‘DIVÊ HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ BÊN KIRIN’
Bayraktar, destnîşan kir ku çalakiyên aştiyê ku ÎHD li dar dixe divê bidomînin û got: “Divê pêvaja aştiya rast wiha be. Sazî, dezgeh û rêxistin agirbest li dar dixin lêbelê civak û şexs aştiyê çêdikin. Ji bo aştiyeke rast divê em li hemû salonan helwestên wiha biafirînin. Ev aştî, bi hevdîtin û hatina dayikan cem hev ve pêkan e.”
‘BI HÊVIYA ÎRADEYÊ VE EM DIKARIN PÊK BÎNIN’
Bayraktar, suhbeteke xwe ya bi Dayikên Aştiyê wiha rave kir: “Ji min re gotin ‘tu biçe bila dayika te were’. Dixwestin dayika min binasin. Lê ev hêsan nebû. Ferqa di navbera êşên du dayikan mezin e. Dema em zarok bûn ji me re digot ‘biçin menzile bi biratî bilîzin’. Ji bo dayikan em nikarin tişteke wiha bibêjin. Îro me hev dÎt sibe belkî em rastî dayika min werin. Divê em vê pêvajoyê bi çand û hüner û hevdîtinên estetîk ve rêvebibin. Bi hêviya îradeyê ve em dikarin pêk bînin.”
MA / Bêrîvan Altan - Rûkiye Payîz Adiguzel