BEDLÎS - Yûsûf Doner ku cenazeyên 2 zarokên wî di bin payerêya Kîlyosê de hatine definkirin, got: “Min dixwest bimirim lê zarokên xwe di bin wê payerêyê de nebînim. Tevî van êşan jî heke aştî bibe dê êşa me siviktir bibe.”
Piştî êrişa li dijî goristana Xerzanê ya di navbera gundên Oleka Jor û Oleka Jêr ên Bedlîsê, artêşa Tirk 267 cenaze ji gorên wan derxistin û birin Stenbolê. Dewleta Tirk, cenaze xist qutiyên plastîk û di bin payerêya Goristana Kîlyosê de veşart. Yek malbata ku cenazeyên 2 zarokên wan di bin payerêya Kîlyosê de hatine definkirin jî malbata Doner e. Malbat, li gundê Kunduzê ya navçeya Xîzanê ya Bedlîsê dijî. Tiştên malbatê jiyayî, yek ji kurteçîroka êşên dewlet û îktîdarê bi gelê Kurd daye jiyîn e.
Malbata Doner, di sala 1994’an de bi rûyê tundîperest ê dewletê re rû bi rû ma. Bi hinceta ku alîkarî dane PKK’ê û tevlibûna ciwanan a nava refên PKK’ê, bi dehan caran bi ser gund de hate girtin. Piştî serdegirtinan, gundê Kunduzê di sala 1994’an de bi temamî hate valakirin. Malbata Doner ku gundê wan di sala 1994'ê de hate şewitandin, neçar ma ku koçî Stenbolê bike. Di salên 1991 û 2012’an de 2 zarokên Yûsûf Doner tev li refên PKK’ê bûn. Kurê wî Ahmet Doner (Edîp) ku di sala 1991'ê de tev li bû, di dîrokeke malbat pê nizane de li Olekê jiyana xwe ji dest da. Kurê wî Huseyîn Doner (Sîdar Sîpan) jî di sala 2012'an de tev li refên PKK’ê bû. Huseyîn Doner, di 5’ê Hezîrana 2015’an de li Çiyayê Kezwanan ê bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê, tevî 10 hevalên xwe di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.
ZAROKÊN WÎ DI BIN PAYERÊYA KÎLYOSÊ DE HATIN VEŞARTIN
Doner ku cenazeyên her du zarokên xwe wergirt, cenazeyên wan li Goristana Xerzanê defin kir. Lê li ser fermana îktîdarê, leşkeran di 8-17’ê Kanûna 2017’an de êrişî Goristana Xerzanê kirin û cenazeyên 267 kesan ji wir derxistin û birin Goristana Kîlyosê ya Stenbolê. Cenazeyên Huseyîn û Ahmet Doner jî di nav wan cenazeyan de bûn. Piştî ku êrişa li dijî goristanê û agahiya ku di bin payerêya Kîlyosê de hatine definkirin hate bihîstin, malbata Doner li pey cenazeyên zarokên xwe ket. Malbata Doner ku çû Stenbolê û ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe çalakî li dar xist, tevî hemû hewldanan jî wernegirt. Piştî malbatê çalakiya xwe domandî, mînakên wan ên DNA’yê hatin hilgirtin.
2 SAL Û 70 ROJAN DI NAVBERA STENBOL Û BEDLÎSÊ DE HATIN Û ÇÛN
Yûsûf Doner ku tevî hemû hewldanan jî nekarî cenazeyên zarokên xwe bigire, bi dehan caran di navbera dozgeriyên Stenbol û Bedlîsê de hat û çû û ev kirarî êdî veguherî îşkenceyê. Li gel ku DNA’ya wî û zarokên wî hev digirt jî, cenazeyên wan bi navbera du mehan hatin dayin. Malbatê, piştî 2 sal û 70 rojan, di 15’ê Kanûna 2019’an de cenazeyê Ahmet wergirt û li gundê Kunduzê defin kir. Piştî definkirina cenazeyê, îcar jî ji bo wergirtina cenazeyê Huseyîn kete ser rêyan. Piştî hewldanên du mehan, cenazeyê Huseyîn Doner di 29’ê Sibata 2020’an de hate radestkirin. Malbatê cenaze anî gund û li pêşiya mala xwe defin kir.
'ÎRADEYA MIN PIR XURT BÛ LEWMA MIN KARÎ RAGIRIM’
Bav Yûsûf Doner, tevî tiştên jiyayî jî dibêje ku hêviya wî ya aştiyê heye. Ji bo pirsa “We ewqas êş kişandin lê hûn çawa ewqas ji aştiyê bihêvî ne?” jî Doner wiha dibersivîne: “Bo bavekî mirin xweştir e ku li şûna cenazeyên du zarokên xwe di bin wê payerêyê de bibîne. Lê îradeya min pir xurt e. Nexwe min niha hişê xwe biavêta. Bila canê hevalan sax be. Me ev yek ji bo dozeke mafdar jiya û ev ji bo me cihê rûmetê ye. Mirov dikare ji bo ax û doza xwe van bijî.”
TEVÎ DNA’YÊ HEV DIGIRT JÎ ÎŞKENCE DOMANDIN...
Doner ku tiştên jiyayî, koçberiya malbata xwe û tevlibûna zarokên xwe ya nava refên PKK’ê vegot, wiha domand: “Em li gundê Kunduzê dijîn. Piştî şewitandina gundê me, di sala 1994’an de me koçî Stenbolê kir. Zarokên min tev li PKK’ê bûn. Zarokekî min li gundê Olekê û yek jî li Kobanê şehîd bû. Cenazeyê herduyan jî me li Xerzanê defin kir. Piştre gorên wan şikandin, cenazeyên wan birin Stenbolê. Bi rojan ji bo wergirtina cenazeyên xwe me çalakî li dar xist. Em her tim di navbera dozgeriyên Stenbol û Bedlîsê de hatim û çûm. Min du caran bi serdozgeriya Bedlîsê re hevdîtin kir. Dozger, daxwaza min pirsî. Min jî jê re got; ‘Cenazeyên du zarokên xwe dixwazim.’ Belge hatin amadekirin û bi wan belgeyan min ji cenazeyan yek jê girt. Piştî definkirina Ahmet, du meh piştre jî me cenazeyê Huseyîn anî û li gund defin kir. Anku tevî encama DNA’yê jî cenazeyên zarokên min nedidan.”
'HEQARETEKE MEZIN LI ME KIRIN’
Bi domdarî Doner da zanîn ku ji 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatine derxistin zêdetirî 30’an hatine wergirtin û ev tişt anî ziman: “Qet nebe me cenazeyên xwe wergirt, hinek malbatan cenazeyên xwe qet wernegirtin. Cenazeyên 6 gundiyên me jî li wir bûn lê hêj nehatine dayin. Min cenaze anî û li pêşiya mala xwe defin kir. Bi hilweşandina goristanê re heqareteke mezin li me kirin. Mafê tu kesekî nîne goristanan hilweşîne. Heta me cenaze standin me gelek êşên giran kişand. Du kurê min şehîd bûn lê ez hêj jî dibêjim aştî û naxwazim kesek bimire. Wekî birêz Abdullah Ocalan jî gotiye, em daxwaza aştiyê dikin. Divê dewlet gavan biavêje. Em jiyaneke xweş a bi aştiyane dixwazin. Bila xwişk-biratî, heq û hiqûq hebe. Em dixwazin ji vê jiyana koletiyê xelas bibin û mîna insanan bijîn.”
'TENÊ AŞTÎ DIKARE ÊŞA ME SIVIK BIKE’
Doner, xwest ku mafên gelê Kurd bên dayin û wekhev bijîn û axaftina xwe wiha qedand: “Em daxwaza heqê xwe dikin. Em dixwazin dinya me jî nas bike. Heta ku heq û hiqûqa me tune be, wê demê tu wateya piştgiriya em didin pêvajoyê jî namîne. Em dixwazin qedexeyên ser gund û zozanên me were rakirin. Em aştiyê dixwazin. Tenê aştî dikare êşên me sivik bike. Weke bavekî min got; ‘Xweziya ez miribûma lê min cenazeyên zarokên xwe di wî halî de nedîta.’ Zarokên min, ji bo vê xakê canê xwe ji dest dan. Tevî ewqas êşan jî em dibêjin, heke aştî bibe dê êşa me sivik bibe.”
MA / Adnan Bîlen