STENBOL - Rewşenbîrên ku di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de hatin Tirkiyeyê, destnîşan kirin ku "Bi Abdullah Ocalan re armanca sereke azadiya civakê ye. Jin dikarin pêşengiya vê bikin."
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de, PKK'ê biryar da ku Kongreya xwe ya 12'emîn li dar bixe û xebatên xwe rawestîne. Piştî vê bang û biryarê, gelek welatên cîhanê di daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew piştgiriyê didin vê pêvajoyê.
Her wiha gelek derdoran daxwaza berdewamiya hevdîtinan û dabînkirina şert û mercên xebatê yên azad ji bo Abdullah Ocalan kirin. Dîsa, gelek kesan di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de însiyatîf girtin. Di vê çarçoveyê de, 39 kes ku di nav wan de ji welatên cuda rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û parêzer hene, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin Stenbolê.
Di nav şandeyê de Serokê Komeleya Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê ji Fransayê Dominique Sopo, Nûnerê Hiqûqnasên Ewropî yên ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê li Cîhanê (ELDH) ji Katalonyayê û ji civaknasên Zanîngeha Otonom a Barcelonayê Prof. Louis Lemkow û ji Komeleya Jinên li SIrgûnê Madeleine Mawamba, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
Sopo ku bi salan e li dijî nijadperestiya navneteweyî dixebite, destnîşan kir ku demokratîkbûn ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo tevahiya Tirkiyeyê jî pir girîng e. Sopo diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo hemû mafan demokratîkbûnê dixwaze û got: "Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim ji ber ku tevî ku bi salan e dîl hatiye girtin jî, wî qet dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Wî her tim parastina ramanên xwe domand. Ev yek herî zêde bandorê li min kir. Abdullah Ocalan kesek e ku pirsgirêka demokratîkbûnê pir baş analîz dike û çareseriyan jê re peyda dike. Ji bo vê yekê konfederalîzma demokratîk datîne wir. Bi vî awayî, ew ramanwer û siyasetmedarek pir girîng e."
‘KIRDEYA PÊVAJOYÊ OCALAN Û KURD IN'
Sopo ku got "Mijara pêvajoya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin Abdullah Ocalan û gelê Kurd e" wiha axivî: "Dînamîkên vê pêvajoyê tenê dikarin li ser çareseriya rastîn a vê pêvajoyê biryar bidin. Em vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û hêvî dikin ku ew ê bigihîje çareseriyeke rastîn. Çareseriya pirsgirêka Kurd dê bandoreke erênî li ser Tirkiyeyê bike û her wiha tevahiya Rojhilata Navînê eleqedar dike. Ji aliyekî ve, pêvajoyeke demokratîk heye, lê ji aliyê din ve, rejîmeke dijwar heye ku ji hêla Erdogan ve hatiye damezrandin. Bi pêşveçûna erênî ya vê pêvajoyê, Erdogan dê nikaribe vê lîstika dijwar bilîze û dê neçar bimîne ku bi awayekî demokratîk tevbigere. Dema ku em vegerin welatê xwe, em ê çavdêriyên xwe li vir ragihînin û bi konseya demokratîk a Kurd li Fransayê û hêzên din ên demokratîk ên li Fransayê nîqaş bikin û em ê têbikoşin."
‘EM ÇARESERIYEKE AŞTIYANE ESAS DIGIRIN'
Civaknas Prof. Louis Lemkow jî destnîşan kir ku ew bi salan e têkoşîna azadiyê ya Kurdan dişopînin û got: "Wekî komeleyek, em girîngiyeke mezin didin çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd. Di vî warî de, ez difikirim ku rola Ocalan girîng e, ji ber vê yekê ez li vir im. Em bi rastî jî pêşniyaza çareseriya aştiyane û demokratîk a Ocalan dinirxînin. Ez ji Katalonyayê têm û em katalan jî qîmetê didin mafê çarenûsî yê neteweyan. Em jî alîgirê çareserkirina vê pirsgirêkê ne." Lemkow diyar kir ku dema ku ew vegerin Katalonyayê, ew ê ji bo xurtkirina çalakiyên li welatê xwe têbikoşin, ew ê danûstandinan û pêşniyazên ku di civînan de hatine kirin di raporekê de berhev bikin û got: "Niha ku ji ber ku vebijêrkeke aştiyane heye, em ê li welatê xwe der barê çalakiya gelê Kurd de bêtir hewldanan bikin."
‘EM JIN DIKARIN PÊŞENGIYÊ BIKIN'
Madeleine Mawambayê, ji Komeleya Jinên li Sirgûnê ya Berlînê jî got ku wekî çalakvaneke femînîst, sedema sereke ya ku Abdullah Ocalan bandorê li wê kiriye, fikra azadiya jinan e. Madeleine Mawambayê diyar kir ku azadî pir bi qîmet e û ne hêsan e û got: "Ocalan ji bo azadiyê têdikoşe. Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtin bikim da ku bibim beşeke ji vê têkoşînê. Birêz Ocalan balê dikişîne ser rola jinan di têkoşîna azadiyê de. Ez vê yekê jî pir girîng dibînim. Ji ber ku jin xwedî hêzeke awarte ne. Em jin dikarin pêşengiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin."
‘ARMANCA SEREKE AZADIYA OCALAN E'
Madeleine Mawambayê destnîşan kir ku armanca wan a sereke azadiya Abdullah Ocalan e û got: "Lê azadiya ku ez qala wê dikim ne tenê azadiya birêz Ocalan e, di heman demê de azadiya civakê ye bi birêz Ocalan re. Divê em vê têkoşînê bi pêşengiya jinan bidomînin. Wê demê em ê karibin azadiyê bi dest bixin. Dema ku em wekî jin vegerin welatê xwe, em ê ji bo azadiya Ocalan bangên navneteweyî bikin. Lê em ê bi heman awayî bang li Kurdên li dîasporayê jî bikin. Pêdivî ye ku ew daxwazên xwe bi dengekî bilindtir û berfirehtir bikin. Azadî pirsgirêkek e ku me hemûyan eleqedar dike û ji ber vê yekê divê em hemû bi hev re doza azadiyê bikin."
MA / Esra Solîn Dal