Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin

  • rojane
  • 11:16 7 Tîrmeh 2025
  • |
WAN - Polîsên ku li navçeya Seravê bi ser malekê de girtin, Nevzat Hamzaoglûllari derb kirin û gefa kuştinê li hevjîna wî xwarin. 
 
Duh di danê sibehê de polîsan li navçeya Seravê ya Wanê bi ser mala Gulçîn û Nevzat Hamzogûllari de girtin. Di serdegirtinê de polîsan Nevzat Hamzaogûllari li erdê dirêj kirin, bi pêyan derketin ser pişta wî û bi qontaxa tifingê li serê wî xistin. Hevjîna Hamzaogûllari, Gulçîn Hamzaogûllari jî li dijî polîsan derket. Polîsên ku çek xistin serê Gulçîn Hamzaogûllari, gefa kuştinê lê xwarin. Malbatê, der heqê polîsan de serlêdana sûc kirin. 
 
TIŞTÊN HATINE KIRIN VEGOT
 
Nevzat Hamzaogûllari, da zanîn ku ji bo kurê wî biryara lêgerînê hebû lê der heqê wî de tu tiştek nîne û got: “Ji bo girtina kurê min li dikan û malên me yên li navenda Wanê lêgerîn kirine. Di lêgerînê de tiştek neqewimiye. Ez û hevjîna xwe li Seravê bûn. Serê sibehê saet di 06.00’ê de bi ser mala me de girtin. Ez derketim derve. Polîsên tîmên taybet ez dîtim. Ji min re gotin ‘bisekine.’ Ez jî sekinîm. Piştre 40 polîsan berê çekên xwe dan min. Ser min tenê cilên xewê hebûn. Derketim hewşa malê. Xwestin ez pêdevî xwe li erdê dirêj bikim. Min jî got ku çokên min diêşin û nikarim wisa bikim. Piştre li cem hevjîna min çêrên giran kirin. Destên min ji pişt ve girê dan û çêr û heqaretên xwe domandin. Ji wan yekî pêhnek li min da û bi qonataxa çekê li serê min xist. Serê min li betonê ket û hundirê pozê min teqiya. Ez jî qîriyam û min got; ‘Heke lêpirsîn an jî biryara girtina min hebe min bibin lê hûn nikarin vê îşkenceyê bikin.’ Ev zilm li min kirin û ji mirinê filîtim. Yek ji wan reha stûyê min bi tiliyên xwe şidand, heta demekî bêhna min çikiya û min got qey dê bimirim. Bi deqeyan derketin ser pişta min, derb kirin û her dera laşê min reş û şîn bû.” 
 
‘BI SAETAN ÎŞKENCE KIRIN’
 
Di berdewamê de Hamzaogûllari da zanîn ku îşkence li hevjîna wî jî hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevjîna min ji bo ku bêhtir li min nexin, hewl da min biparêze lê nehiştin û asteng kirin. Polîsan, berê çekê dan serê hevjîna min û gefa kuştinê lê xwarin. Hevjîna min birin odeyê û îşkenceya li dijî min domandin. Min jê re got ku gelek nexweşiyên min kronîk ên weke şekir û tansiyonê hene lê guh nedan. Ji ber lêdanê xwîna min diherikî û ji ber ku nesekinî, birin nexweşxaneyê. Hevjîna min bi tena serê xwe ma û lêgerîn domandin. Bijîşkan ji bo sekinandina xwînê 5-6 saetan hewl dan û di dawiya dawî de sekinandin. Tansiyona min ket. Ji ber derbkirin û tansiyonê zirar gihiştiye gurçika min. Ji bo kurê min biryara lêgerînê derxistine, ji bo min tiştek nîne. Heke der heqê min de tiştek hebûya jî tu heqê wan nîne li min bixin. Em di pêvajoya aştiyê de ne. Tu kes van sepanan qebûl nake û nikarin bi kesekî bidin bawerkirin. Hûn ê bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin lê li hêla din dê îşkenceyê bikin. Ev wiha nabe. Ez giliyê wan dikim.” 
 
‘BERÊ ÇEKÊ XISTIN SERÊ MIN’
 
Gulçîn Hamzaogûllari jî bûyer wiha vegot: “Wê rojê 10 wesayîtên polîsan hatin. Êrişî malê kirin û lêgerîn kirin. Dema li hevjînê min dixistin min mudaxile kir lê berê çekê xistin serê min û birin odeyê. Hemû cilên wî yên di nava xwînê de mabûn jî birin û tu delîl nehiştin. Tu sûcekî me tune bû û zilm li me kirin. Xwestin hinek kaxizan bi min bidin îmzekirin lê min jê re got ku xwendin û nivîsandina min nîne û ez ê îmze nekim. Piştre keyayek anîn û kaxiz dan mohrkirin. Keyayê gundê me nebû. Heke ez li malê nebûma, dê hevjînê min bikuştina.” 
 
Malbatê, têkildarî îşkenceya hatiye kirin rapor wergirt û giliyê polîsan kir. 
 
MA / Adnan Bîlen
 
 

Sernavên din

16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin
11:16 Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
10:55 Îsraîlê êrişî Yemenê kir
09:58 Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
09:43 Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
09:09 Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
09:04 Li Texasê karesata lehiyê: 82 kes mirin, 41 kes winda ne
09:03 Demîr: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Ocalan esas e
09:02 Şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye
09:00 Li quntara Cûdiyê bendav û HES: Jiyan wê di binê avê de bimîne
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin