KCK’ê bersiv da banga Ocalan: Gavên şênber ên tên xwestin em ê biavêjin

  • rojane
  • 08:09 10 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: "Em bi biryar in ku gava Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin. Em ê li gel û gelên xwe bifikirin û vê gava nû biavêjin. Lê belê divê bê zanîn ku pêvajo bi yek alî û tenê bi gavên me bi pêş ve naçe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de duh tevî girtiyên li Îmraliyê bangekî dîrokî yê bidîmen kir. Di banga xwe de got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.” 
 
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî banga Abdullah Ocalan daxuyanî da. 
 
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: 
 
“Rêber Abdullah OCALAN ji bo pêşvebirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bangek nû kir. Ev bang duh hate weşandin û raya giştî ji naveroka wê agahdar bû. Berî her tiştî, em kêfxweş in ku deng û dîmenê Rêber Abdullah OCALAN gihîştiye derve. Em bawer dikin ku ev yek ji bo gelê me û hemû dostên me bi heman awayî kêfxweş bûne. Bi vê boneyê, em Rêber Abdullah OCALAN ê ku ji hêla gel û dostan ve tê bêrîkirin bi rêzdarî silav dikin û hesret, evîn û minetdariya xwe diyar dikin.
 
Ev banga ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, banga duyemîn a piştî 27’ê Sibata 2025’an e. Mîna banga 27’ê Sibatê ev banga jî dîrokî ye. Rêber Apo di vê banga dîrokî de, pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di warê rêgez û armancên wê yên bingehîn de kurteber kir, pêşketinên heta niha hatine kirin û gavên pêwîst ên ku ji bo pêşerojê werin avêtin destnîşan kir. Rêber Apo bi gotina, ‘Ez piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an didomînim’ careke din îradeya xwe bi xurt û vekirî nîşan da. Wekî Tevgera Azadiyê, me ev banga dîrokî ya Rêber Abdullah OCALAN nirxand. Em pêwîst dibînin ku encamên em gihîştinê bi eşkereyî bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.
 
Me piştgiriya xwe ya tevahî ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di banga 27’ê Sibata 2025’an de hate ragihandin, diyar kiriye û em ê bi tevahî erkên xwe bi cih bînin. Heta niha, me li gorî baweriya xwe ya ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û erka dîrokî ya ku ji bo pêkanîna armancên vê bangê, me biryarên stratejîk girtin û di vî alî de gav avêtin. Gelê me bi baldarî, hesasiyet û baweriyek mezin li pişt vê pêvajoya dîrokî ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin sekinî. Di vê qonaxa em gihîştinê, Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wê ya heyî hîn jî li gorî pêdiviyên pêvajoyê û gavên berbiçav ên ku me avêtine ti gav neavêtine. Em vê yekê dibînin û dizanin. Lê tevî vê yekê, li gorî baweriya ku me bi armancên ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ aniye, em li pişt pêvajoyê sekinîn. Bi hesasiyeteke mezin me hewl da ku vê helwesta xwe bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ev hewldanên me yên di vî warî de têne dîtin Niha, ji bo vê banga dîrokî ya nû, em radigihînin ku em ê gavên berbiçav ên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin. Em vê gava şênber, mîna gavên din ên ku me avêtine, ji bo girêdana xwe ya bi Rêber Abdullah OCALAN re nîşan bidin û bi baweriya ku gelê me û mirovahî wê bi Manîfestoya Civaka Demokratîk azad bibin, diavêjin.
 
Rêber Apo di banga 19’ê Hezîrana 2025’an de diyar kir ku her kes erka ku dikeve ser milê wan bi cih bînin û gavên pêwîst ên ku bên avêtin destnîşan kir û bê pêvajo çawa bimeşe danî holê. Divê tespîtên Rêber Apo li ber çavan bên girtin û fêmkirin. Ev bang ne tenê ji bo me ye, di heman demê de ji bo dewlet, bi taybetî jî Meclîsê, hemû saziyên siyasî û kesên berpiryar in. Heta îro, me li gorî berpirsyartiya xwe ya dîrokî û bi hesasiyeteke bilind gavên stratejîk avêtine.
 
Niha, em bi biryar in ku gavên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin. Em vê gava nû bi hizirandina gel û gelên xwe diavêjin. Lê divê were fêmkirin ku pêvajo bi yekalî an jî bi gavavêtin me pêş nakeve. Ji ber vê yekê, divê bi awayekî rast nêzî pêvajoyê bibin û gavên pêwîst werin avêtin. Li ser vê bingehê, divê esareta Rêber Apo yê ku pêvajoya Civaka Demokratîk pêş xistiye bi dawî bibe. Ji ber ku ger Rêber Apo azad bibe, ev pêvajo dikare pêş bikeve û bigihîje armancên xwe. Berovajî vê yekê, ne pêkan e ku bi parastina şert û mercên heyî pêşdetir biçe. Ya duyemîn, divê ji bo siyaseta demokratîk û hiqûqa tevahî tiştên pêwîst bên kirin. Divê siyaset û Meclîs li gorî vê yekê însiyatîfê bigire û gavan biavêje. Pêvajoyek û pêşveçûnek watedar tenê bi vê yekê pêkan e.
 
Di encamê de, dema ku em biryardariya xwe ya ji bo avêtina vê gava dîrokî nîşan didin, em hewce dibînin ku bi heman hesta berpirsiyariyê tiştên ku divê were kirin dubare dikin. Em hêvî dikin ku tiştên ku me gotine wê werin fêmkirin û li gorî wê tevbigerin. Em bi baweriya ku mîna heta niha me kiriye û ji niha pê ve jî wê ji bo gelê me destketiyên mezin bi xwe re bîne, van gavan diavêjin. Em hîn jî baweriya xwe ya ku wê ev gav bersiva xwe bibîne û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi ser bikeve, diparêzin.”
 

Sernavên din

14/07/2025
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin
11:16 Cihê merasîma dîrokî diyar bû
11:06 Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê li qada merasîmê ye
10:49 Serşêwirmendê Serokkomar Yîgît Bulut mir
10:42 Gel li benda ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ e!