Serokê Giştî yê OHD’ê: Divê êdî guherînên yasayî bên kirin

  • rojane
  • 12:26 10 Tîrmeh 2025
  • |
img

STENBOL - Serokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a bidîmen û got: “Divê êdî guherînên yasayî bên kirin û gav bên avêtin.” 

Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, têkildarî peyama bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û torena ku tê payin PKK sibe li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê li dar bixe axivî. 
 
Çakmak, diyar kir ku banga bidîmen a Abdullah Ocalan girîng e û got: “Ji bo me ya girîng ew bû ku kesekî di nava hewldana aştiyê de dengê xwe gihande hemû dinyayê. Bi sala ye her kesî mereq dikir ka çi dixwaze. Digotin ‘Di heyatê de çekan bernadin, rêxistin xwe fesix nake.’ Armanca rêxistinê ya ji vir ev bû; têkoşîna man û nemanê bû. Peyam hate dayin ku tişta dikare bi vê rêbazê were kirin hate kirin. Tişta herî girîng ew e ku têgeha aştiyê bi dengekî bilind hate gotin. Dihat mereqkirin ka dê birêz Ocalan çi bibêje û wî jî got; ‘Bila aştî were vê xakê.’” 
 
‘KARÊ VÊ QONAXÊ SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ NE’
 
Çakmak, bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan got ku mercên maseya muzakereyê amade ne. Birêz Ocalan got; ‘min gavên pêwîst avêt, rêxistin jî piştî banga min dê çekan berde. Bi vê biryarê re em derbasî qonaxeke nû dibin.’ Ev qonax jî ew e ku divê sererastkirinên hiqûqî bên kirin. Ji bo gavên şênber jî zemîn amade ye. Ya ku dê vê zemînê xurt bike jî dewlet û Meclis e. Avakirina komîsyona li Meclisê û beriya her tiştekî divê sererastkirineke qanûnî ku xebat û esasên komîsyonê diyar dike hebin. Birêz Ocalan, di heman demê de destnîşan kir ku divê çarçoveyeke maseya muzakereyê û mercên xebata wê diyar dike bê avakirin. Birêz Ocalan, got ku yek ji sedema sereke ya serneketina pêvajoya 2013- 2025’an, nebûna yasayan bû. Weke mînak, Mutebeqeta Dolmabahçeyê çêbû. Heke ew pêvajo yasayî bûya dê Erdogan nekariya bigota ez nas nakim. Di halê hazir de divê guhertinên yasayî bên kirin û dem hatiye ku dewlet gavên pêwîst biavêje.” 
 
BANGA DÎROKÎ ÇI VEDIBÊJE?
 
Çakmak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bang dibêje ku astengiyên burokratîk rakin. Çi ne ev? Anku dibêje girtiyên 30 sal in di girtîgehê de û Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tehliyeyên wan asteng dike berdin. Anku dibêje rewşa Saziya Tipa Edlî û meqamên hêzên ewlekariyê ku dibin sedema girtîmayina girtiyên nexweş ji holê rakin. Anku dibêje werin em li ser maseya muzakereyê, têkildarî pergaleke li ser esasê hemwelatiya wekhev biaxivin û di vê mijarê de di destûra bingehîn û di qanûnan de guhertinan bikin.” 
 
‘NAYÊ WATEYA KU EM Ê NETÊKOŞÎN’ 
 
Çakmak, têkildarî gotina Abdullah Ocalan a “Di vê navberê de, ji bo mijara azadiya min ku weke şert di hemû metnên biryaran de hatiye diyarkirin dibêjim, hûn dizanin ku min tu carî azadiya xwe ya şexsî nekiriye pirsgirêk. Di maneya felsefî de jî azadiya şexs nabe ji ya civakê were cudakirin. Bi azadiya şexs civak û bi azadiya civakê jî şexs dikare azad bibe. Wê bi dilsozî pêwîstiya vê rastiyê pêk were.” jî ev nirxandin kir: “DMME’yê têkildarî Abdullah Ocalan biryara binpêkirina ‘mafê hêviyê’ da. Xwedî mafekî neteweyî û navneteweyî ye û divê ev maf bê cîbicîkirin. Nexwestina wî nayê wê wateyê ku em di vê mijarê de têkoşîneke hiqûqî nemeşînin.” 
 
DÊ SERÎ LI KW KE’YÊ BIDIN 
 
Çakmak, bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) di îlona 2024’an de têkildarî “Mafê hêviyê” salek dem daye Tirkiyeyê û got: “Ev dem diqede. Tirkiyeyê di plana çalakiyê ya 2025’an de got ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek di rojeva wan de nîne. Divê KW KE ji bo ‘mafê hêviyê’ bikeve nava hewldanên ‘cidî.’ Li hêla din cezayê muebbeda girankirî tenê birêz Ocalan eleqedar nake. Erê rast e ji bo pêvajoyê û mercên xebatê yên azad girîng e. Lê li gel wî, her wiha zêdetir hezar girtiyên cezayê muebbeda girankirî hene. Di Îlona pêş de KW KE dîsa li ser mafê hêviyê nîqaşê bike. Di vê mijarê de xebatên me didomin. Em ê di demekî nêz de tevî saziyên hiqûqê serlêdanê bikin.” 
 
‘AŞTÎ BI TEMAMIYA CIVAKÊ RE TÊ KIRIN’ 
 
Çakmak, ji bo torena çekberdanê jî wiha got: “Ji hêla dîrokî ve em girîng dibînin ku OHD jî li wir be. Heke rewşekî bêpevçûn were afirandin, ji bo me çûna wir biqîmet e. Aştî, bi tevahiya civakê re tê kirin. Lewma divê tenê du alî li wir nebin. Divê rêxistinên civaka sivîl jî li wir bin. Weke berpirsyartiyeke civakî me jî xwest li wir bin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

14/07/2025
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin
11:16 Cihê merasîma dîrokî diyar bû
11:06 Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê li qada merasîmê ye
10:49 Serşêwirmendê Serokkomar Yîgît Bulut mir
10:42 Gel li benda ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ e!