STENBOL - Merva Nûr Îşleyîcî ku di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bûbû, diyar kir ku ev 10 sal in têdikoşin û got: “Ji bo pêşerojeke baştir, em dinyayeke mirov bi hev re dijîn dixwazin.”
Komeke ciwanan a bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), di çarçoveya kampanyaya “Me bi hev re parast dê bi hev re ava bikin” de xwestin di 20’ê Tîrmeha 2015’ê de ji Pirsûs a Rihayê derbasî Kobanê bibin. Ciwan, li Navenda Çandê ya Amarayê hatin gel hev. DAIŞ’ê bi bombeyên zindî êrişî ciwanan kir û 33 ciwan hatin qetilkirin û gelek ciwan jî birîndar bûn.
Merva Nûr Îşleyîcî ku di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bû û ji ber êrişên êdî baş nabihîse, 10 sal in têkoşîna edaletê dimeşîne. Merve Nûr Îşleyîcî ku li Ispartayê di xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih digire, di 4’ê Gulana 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û bi sedema ku zexta poşmantiyê qebûl nekiriye, tehliyeya wê hate taloqkirin û piştre hate berdan.
Merve Nûr Îşleyîcî, da zanîn ku ji bo tev li xebatên avakirina bajar û kampê biryar dane derbasî Kobanê bibin û got: “Dema êrişên DAIŞ’ê bi dijwarî didomiyan jî çûbûm ser sînor. Dema çûm nobeta ser sînor, li gundê Kader Ortakkaya, Rifat Horoz û Bedreddîn Akdenîz lê diman bûm. Min firsend dît ku wan nas bikim û bi hev re bimînim. Çawa ku em li Kobanê di şer de bi hev re bûn, li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê jî ji ciwanên anarjîst heta yên sosyalîst û welatparêz, em tevek li wir bi hev re bûn. Têkoşîna yekbûyî li wir teşe girtibû. 33 hevalên me li wir nemir bûn û em ew ên bi saxî filitîn jî em bi hev re man.”
Bi domdarî Merve Nûr Îşleyîcî destnîşan kir ku ji wê rojê heta niha ew ciwanên hatine qetilkirin bi bîr tînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hêla din jî em daxwaza edaletê dikin. Dema em gihiştin Pirsûsê hêj nebûbû sibeh. Ji şehîdên me yên Pirsûsê Cebraîl li wir bû, li wir mabû. Me bi hev re taştêyeke xweşik amade kir. Min Evrîm Denîz li wir nas kir û em li ser têkoşîna yekbûyî axivîn. Piştre jî daxuyanî hate dayin û ew jî bi flamaya xwe ya gevez çû pêşiyê. Dema ji rex min ve diçû, min dirêj dirêj li wê nihêrt. Çû herî pêşiyê. Yên li Pirsûsê nemir bûn, mîna wan darên çinarê bi bedenên xwe em parastin.”
NE FAÎL LÊ YÊN EDALET XWESTIN HATIN GIRTIN
Merve Nûr Îşleyîcî, bi lêv kir ku di Komkujiya Pirsûsê de ne faîl lê birîndar, malbat û yên têkoşiyayîn hatin girtin û binçavkirin û wiha pê de çû: “Dema ez xwendekar, hêj bi ser Komkujiya Pirsûsê re salek derbas nebûbû ku hatim girtin û piştî 5 sal û nîvan hatim berdan. Efe Çatalbaş jî ji gaziyên Pirsûsê bû û 8 sal piştre hate berdan. Cara ewil e dê tev li bîranînan bibe. Par, hevalên me heta malbatên me hatin girtin.”
BANGA 17’Ê TÎRMEHÊ
Merve Nûr Îşleyîcî, daxuyand ku ew têkoşîna edaletê tenê bi têkoşîna hiqûqî bisînor nagirin û axaftina xwe wiha qedand: “Me, têkoşîna edaletê bi daketina kolanan û bi bîranînên hundir û derve domand. Ji Pirsûsê heta Enqereyê û Sêwasê, gelek komkujî li vî welatî hatin kirin. Em daxwaza bidawîbûna komkujiyan, mezinbûna têkoşîna edaletê û pêşerojeke ji bo her kesî baş û her kes bi hev re dijî dixwazin. Di 17’ê Tîrmehê de em ê li Okmeydaniyê çalakiya ‘Şeva Edaletê’ li dar bixin. Em banga tevlibûnê li hemû dostên xwe yên mil dane vê têkoşînê dikin.”
MA / Yeşîm Tukel