ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 17 Tîrmeh 2025
  • |
img
* Êrişên dijwar ên desthiladariya Şamê yên li ser civaka durzî ya li Siwêdayê, balkêş e piştî daxuyaniya Balyozê DYA'yê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Sûriyeyê Thomas Barrack ku gotibû tu wateya Peymana Sykes Pîcotê nemaye, pêk hatin. Dibe ku Peymana Sykes Pîcot "bêwate bûbe" lê dixwazin li şûna wê Peymana Abraham ku jinûve li gor berjewendiyên hêzên hegemon û deh qatî wê dijbertiya civakan dike hatiye sererastkirin, bixin meriyetê. Lewra dema çûnhatinên dîplomasiyê yên vê dawiyê didin der ku di çarçoveya Peymana Abraham de lihevkirinek heye. 
 
* Li Cîzîrê ku germahî heya 49 pileyan zêde dibe, birîna daran û bendavên tên çêkirin, germahiyê zêdetir dike. Cizîriyan got: "Gundên me talan kirin, xwezaya me tune kirin, avhewaya me guherî, ji ber germê em nikarîn derkevîn derve, vê talanê bidin sekinandin." 
 
* Hevserokê MED TUHAD-FED'Ê Kerem Canpolat ku beşdarî merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, destnîşan kir ku divê pêşîniya komîsyona ku li meclisê were avakirin girtiyên nexweş bin.
 
* Tevî hemû êrişan jî, Şoreşa Rojavayê di 13'emîn sala xwe de hebûna xwe didomîne. Hevseroka PYD'ê Perwîn Yusifê îşaret bi wê yekê kir ku rêveberiya Şamê ya guherî, di polîtîkayên xwe yên înkarê de israr dike û got: "Em ê dest ji mafên ku me bi dest xistine bernedin."
 
* Malbatên Arya Tokay û Ronahi Erol ku çekên xwe îmha kirin, diyar kirin ku ew kêfxweş in ku zarokên xwe dîtine û gotin: "Zarokên me careke din bi merasîmê armanca xwe diyar kirin; Siyaseta demokratîk, civaka demokratîk. Wek malbatên wan, em jî dixwazin ku ev yek çêbibe."
 
* Ahmet Karagoz ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, got: "Divê qanûn werin derxistin da ku hatina gerîla misoger bibe. Nexwe, ev biratî dê çawa were avakirin? Ez bawer dikim ku ew ê ev çêbibe."
 
* Tevî ku rojên di ser merasîma dîrokî ya PKK'ê re derbas bûne jî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku dewletê hînê ji bo çareseriyê ti gav neavêtiye û gotin, "Eger tê xwestin gavek were avêtin, divê pêşî Rêber Apo bigihêje azadiya fîzîkî. Li gel vê yekê serbestberdana girtiyên siyasî û nexweş mecbûriyetek e."
 
*  Di ser kuştina ciwanên ji herêma Derya Reş Ezgî Aydan Şalcî, Mert Comert, Alîcan Vûral û Koray Çapoglu re 10 sal derbas bûn ku ji bo zarokên Kobanê bibin hêvî derketibûn rê. Hevserokê ESP'ê Mûrat Çepnî diyar kir ku têkoşîneke mezin meşandin.
 
* Yunus Kutluay ê ji Baroya Wanê, diyar kir ku di vê pêvajoya ku em aştiyê diaxivin de divê mafê zarokan neyê paşguhkirin û got: “Sûcên li dijî zarokan birîneke civakî ye em bi hev re dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.”
 
*Gulay Kakiz a ku li taxa Alîpaşa ya ku kevntirîn taxa Amedê ye 40 sal in dijî got: “Li vê taxê têkiliyên civakî, dirokî û çandî baş in. Ji ber vê heta dawiya temenê xwe ez ê li vir bijîm.”
 
* Omer Cuma Salih ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ragihand ku rastî êrişa gardiyanan hatiye û bi saetan tena serê xwe di qawişê de hatiye hiştin.
 
* Doza ku rêvebirên ESP, SKM, SDGF’ê tê darizandin dê danîşîna wê ya yekemîn li Dadgeha 22’yemîn a Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Jinên girêdayî KESK’ê, dê li navenda sendîkayê têkildarî daxwazên TÎS’ê daxuyanî bidin. (11.00)
 
* Hevserokên Giştî yê DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, dê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli bikin. (11.00) ZINDÎ
 
* Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, dê serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bikin. (13.00-14.00) ZINDÎ
 
* Bi munasebeta 39’emîn salvegera damezirandina ÎHD’ê, dê li Enqereyê li pêşiya Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bide. (17.00)
 
* Odeya Bijîşkan a Stenbolê û Baroya Stenbolê, dê panela bi ser nava “Di têkoşîna demokrasî û aştiyê de rola rêxistinên pîşeyî” li dar bixin. (19.00)
 
* Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, bi munasebeta 10’emîn salvegera qetlîamê dê li Okmeydaniyê çalakiya “Şeva Edaletê” li dar bixin. (19.00)
 

Sernavên din

19/07/2025
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn