Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin

  • rojane
  • 10:25 17 Tîrmeh 2025
  • |
img
WAN – Ji Baroya Wanê parêzer Yûnûs Kûtlûay da zanîn ku di vê pêvajoya ku aştî tê nîqaşkirin de divê mafên zarokan nayên jibîrkirin û got, "Sûcên li hemberî zarokan tên kirin êşeke civakbûyînê ye û ancax bi çalakiyeke kolektîf dikare çareser bibe."
 
Binpêkirina mafên zarokan û sûcên zayendî di nava sûcên herî zêde li gelemperiya cîhanê tên kirin de cih digirin û bi vê yekê re rêjeya întixarê sal bi sal zêde dibe. Tirkiye yek ji wan welatan e ku sûcên li dijî zarokan herî zêde lê tê kirin e. Li gorî îstatîstikên fermî yên xwe dispêre daneyên Wezareta Edaletê, her roj bi kêmanî 18 zarok rastî êrîşa zayendî tên. Di sala 2024'an de sûcên li hemberî 18 hezar û 884 zarokan hatin ragihandin û bi vî awayî zêdeyî 15 hezar doz radestî dadgehên ceza hatin kirin. Hejmara zarokên rastî sûc hatine tenê di salekê de ji sedî 72 zêde bûye. Di nava sala 2024 'an de tenê ji ber sûcên zayendî yên li hemberî zarokan 7 hezar û 310 sûcdar hatin cezakirin. Di beşekî mezinê evan bûyeran de siza yan hatin paşxistin an jî bi beraatê hatin encamdan Ji bo 7 hezar û 109 sûcdaran biryara beraetê hat dayîn.
 
Ji bo zarokên ku li Kurdistanê mezin dibin, ku bi salan e şer ji pirsgirêka Kurd derdikeve, rewş hê girantir e. Zarokên ku mafê wan ê herî bingehîn ê jiyanê tê binpêkirin, di nava hedefa destpêkê ya polîtîkayên şerê taybet ên weke asîmîlasyon, destdirêjî û bikaranîna narkotîkê de cih digirin.
 
Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Wanê Yûnûs Kûtlûay diyar kir ku di vê pêvajoya ku aştî tê nîqaşkirin de divê mafên zarokan ji bîr nekin.
 
POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAHIŞTINÊ
 
Kûtlûay diyar kir ku daxuyaniyên têkildarî pêvajoya aştiyê kelecanê dide mirov û wiha axivî: "Zarok ji bo kesên herî zêde zerarê dibînin di hawira şer de li pêş in. Divê teqez polîtîkaya bêcezahiştinê ya têkildarî îstîsmarkirina zarokan bê nîqaşkirin û çareserî bê dîtin. Divê pêşî li rewşa mexdûriyetê bê girtin. Li Gel ku li Tirkiyê çarçoveyeke yasayî hebe jî pirsgirêka herî mezin polîtîkayên şaş ên di pratîkê de ne. Bi awayekî bi bandor pêkanîna rêziknameya qanûnî û bidawîkirina polîtîkaya bêcezahiştinê pêwîst e. Her wiha avaniya malbatî û kevneşopî di zêdebûna tacîz û tundiya li ser zarokan de roleke mezin dilîze. Pêwîste di vî warî de hewldanên berfireh hebin. "
 
SÛC ZÊDE BÛN
 
Kûtlûay anî ziman tevî ku daneyên wan ên diyarker nîne jî, li gorî daxuyaniyên fermî û qeydên rêxistinên ne hikûmî sûcên li dijî zarokan di salên dawî de bi du qatan zêde bûne û wiha got: “Îstîsmar kirin divê bi perspektîfên cuda yên wekî zayendî, aborî û sosyolojîk nêzîk bibin. Ji sedî 20’ê bûyeran ji îstîsmara zayendî pêk tên. Pêwîst e li Herêma Kurdistanê dozên destdirêjiya li zarokan bi du awayan were nirxandin: Ya yekem bûyerên ku hêzên ewlekariyê tê de hene û ya duyemîn jî dozên din. Tevî hin aliyên erênî yên pêkhateya civakî, veşartina sûcan piştî destdirêjiyên ji ber pêkhateya malbatê û bermahiyên zîhniyeta kevneşopî, malbat zarok paşguh dike û astengkirina destwerdana tîmên ku di warê mafên zarokan de dixebitin, di nava pirsgirêkên herî zêde de ne.”
 
Kûtlûay destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin polîtîkaya bêcezahiştinê ye û wiha dewam kir: "Dema kiryar wezîfedarekî cemaweriyê be, mirovên li saziyên dewletê li şûna ewlekirina edaletê bi refleksa parastinê hewl didin kiryaran biparêzin. Eger bûyer di medyayê de neyên nixumandin an jî eger malbat neyên şopandin, lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin. Di bûyerên ku wesayîtên cemaweriyê rê li ber mirinê vedikin de, di bûyerên îstîsmarê yên wezîfedarên cemaweriyê de û di bûyerên fûhûşê yên sîstematîk de bêcezahiştin gelekî zêde ye. Bikaranîna tiryakê mijareke girîng e ku rê li ber îstîsmara sîstematîk a zarokan vedike. Di navbera ku kiryar wezîfedarên cemaweriyê ne yan na de cudahî heye. Lê belê sûcên li hemberî zarokan birîneke civakbûyînê ye û ancax bi tevdana bi hev re dikare çareser bibe."
 
 
MA / Ruken Polat
 

Sernavên din

16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket