Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere

  • rojane
  • 09:26 18 Tîrmeh 2025
  • |
RIHA - Berdevkê Karûbarên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, 13 salên Şoreşa Rojavayê nirxandin û diyar kir ku ew Sûriyeyeke ku mafên hemû gel û baweriyan tê de bên misogerkirin diparêzin û got: "Rêveberiya Xweser ji bo Rojhilata Navînê mînak e."
 
Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de gel li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên rejîmê ji bajêr derxist û rêveberiya bajêr bi dest xist. Ev dîroka ku gel dest danî ser rêveberiyê, di heman de wekî destpêka Şoreşa Rojavayê hat tomarkirin. Ji wê demê ve, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye hedefa gelek êrişan. Hemû êrişên hêzên girêdayî rejîma Baasê ya hilweşiyayî, DAIŞ, Tirkiye û komên paramîlîter hatin paşve xistin. Li dijî van êrişan berxwedaneke qehremanî hat nîşandan. Bi pejirandina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel hem xwebaweriya xwe li hember van êrişan pêş xist û hem jî ji bo avakirina jiyaneke demokratîk hewldanên mezin da.
 
Berdevkê Karûbarên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku yek ji pêşengên pêvajoya şoreşgerî ye, pêvajoya 13 salan û pêşketinên li herêmê nirxandin.
 
'HEDEFA ÊRIŞAN EM BÛN'
 
Muslim ku di salên destpêkê yên şoreşê de wekî hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kar kir, got: "Me fêm kir ku şoreş tê. Wê demê tişta ku me diviya me bikira ew bû ku em xwe amade bikin. Kurdan ev kir. Pêvajoya şoreşê ji bo Rojhilata Navînê jî xaleke werçerxê bû." Muslim diyar kir ku ew di sala 2011'an de, dema ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir, ne amade bûne û got: "Em li bendê man heta ku şert û mercên erênî derketin holê. Piştre me dît ku ev hêzên çekdar hêdî hêdî bala xwe didin Rojavayê. Hêzên 'muxalefetê' li vir êriş kirin, îdia kirin ku 'hêzên rejîmê' li wir in. Lê me fêm kir ku hedefa rastîn a êrişan em bûn. Piştre me li Kobanê biryarek da; hêdî hêdî kanton hatin ragihandin. Baweriya gel hebû. Bi tevlêbûna tevgera azadiya kurd, cesareta gel mezin bû."
 
'TILIYA TIRKIYEYÊ TÊ DE HEBÛ'
 
Muslim diyar kir ku gel di 19'ê Tîrmehê de li her derê desthilatdarî bi dest xistiye û got: "Bi vî awayî, em bi sibeheke şoreşgerî şiyar bûn." Muslim destnîşan kir ku wan li dijî netew-dewletê projeya neteweya demokratîk daye pêşiya xwe û got: "Me paradîgmaya 'neteweya demokratîk' a Rêber Ocalan xist bernameya xwe. Me derî ji bo nasnameyên din vekir ku tevlî xebata me bibin. Em bi gelek nasnameyên cuda re, wek suryanî, ereb û asûrî, girêdayî hev in. Me ev rê bi paradîgmaya Rêber Ocalan şopand, xwesteka me ya ji bo netewe-dewletê ji holê rakir. Me qet behsa parçekirina Sûriyeyê nekir. Bê guman, vê nêzîkatiyê dijminatiya gelek netewe-dewletan li me zêde kir. Di nav gelê me de, em bi nêzîkatiyên neteweperest ên ku netewe-dewletê dixwestin re rû bi rû man. Redkirinek hebû ku qebûl bikin, wekî mînak, 'Çawa dibe ku kurd dewletek-neteweyî nexwazin?' Li aliyê din, bi gotinên wekî, 'Ew dixwazin Sûriyeyê parçe bikin, ew komunîst in' êrişî me kirin. Tiliya Tirkiyeyê jî di avakirina van nêzîkatiyan de hebû."
 
GOTINÊN BARRACK
 
Muslim destnîşan kir ku feraseta dewleta neteweyî di bingeha pirsgirêkên Rojhilata Navînê de heye û daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack ên vê dawiyê bi bîr xistın. Muslim got: "Daxuyaniyên Barrack ne ji bo berjewendiya me ne jî ji bo berjewendiya Sûriyeyê ne. Ev nêzîkatî 100 sal in bingeha pirsgirêkên Rojhilata Navîn e, ji Peymana Sykes-Pîcot bigire heya Peymana Lozanê. Em dibînin ku li Ewropayê pergala dewleta neteweyî tê terikandin. Lêbelê, dema ku dor tê ser Rojhilata Navînê, ew dewletên neteweyî ferz dikin ji ber ku ev bi berjewendiyên wan re li hev nake. Li Swîsreyê, çar netew çr ziman hene, lê ji bo wan tiştek nayê gotin. Lêbelê, li Sûriyeyê, ew tekparêziyê diparêze. Barrack dibêje 'Em ji bo kurdan dewletek neteweyî naxwazin.' Bi vî awayî hewl dide ku xwe li ber dilê Tirkiyeyê xweş bike. Ew her wiha hewl dide ku me neçar bike ku em teslîmî feraseta ku em li dijî wê şer dikin. Em vê nêzîkatiyê û tişta ku tê hewl dan dizanin."
 
Muslim ku got "Em baweriya xwe bi raman, kiryarên xwe û hêza xwe tînin" destnîşan kir ku ew alîgirê yekîtîyê ne û teslîmbûnê qebûl nakin. Muslim got: "Ew dibêjin ku ew dixwazin bi me re bi hev re tevbigerin. Em jî vê dixwazin, lê ew ji me re vê venakin. Ji ber vê yekê, gelo ew li benda teslîmbûna me ne, an jî ew dixwazin vê yekê bi rêkeftinekê bi dest bixin? Em naxwazin tevlî Sûrîyeyeke ku ji hêla xîlafetekê ve tê rêvebirin bibin."
 
'EM BI RÊBER OCALAN BAWER IN'
 
Muslim destnîşan ku ew bi tu awayî teslîmbûnê qebûl nekin û ji bo lihevkirinê guhertina ferasetê pêwîst e. Muslim her wiha bal kişand ser nîqaşên li ser danîna çekên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî û got: "Danîna çekan ji aliyê QSD'ê ve tê wê wateyê ku hemû mirovên li vir dijîn dê bi gefa komkujî û qirkirinê re rû bi rû bimînin. Ger jiyan, çand û mafên mirovan werin misogerkirin, bê guman em jî ji çekan hez nakin. Ev çek ji bo parastinê ne. Lêbelê, ne rêkeftin heye, ne jî tawîz heye; ji me tê hêvîkirin ku em werin û çekên xwe deynin. Me perspektîfa Rêber Ocalan xistiye bernameya xwe û em li ser dixebitin. Ji wê rojê ve, gelê Sûriyeyê baweriya xwe bi bername û paradîgmaya wî aniye. Me hîn ev proje temam nekiriye. Lêbelê, tişta ku me di Rêveberiya Xweser de afirandiye ji bo her kesî bûye avanıyeke mînak. Ev ji bo her çar perçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navînê mînak e û xizmetê dike. Berî her tiştî, guhertina hişmendiyê pir girîng e. Divê em hewldanên dewletên neteweyî yên ku dixwazin me bixin bin zextê û me manîpule bikin, têk bibin. Ji ber vê yekê em diyaloga Rêber Ocalan bi Tirkiyeyê re pir girîng dibînin. Ji ber ku ramanên Rêber Ocalan bi demê re cihê xwe dibînin. Em azadiya gelê kurd di nêzîkatiya Rêber Ocalan de dibînin.
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza terorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da