ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Rahîme Tûranê diyar kir ku ew dixwazin merasîma îmhakirina çekan bibe wesîleya aştiyê û dixwestin zarokên wan ên ku jiyana xwe ji dest dane jî vê rojê bidîtana û got: "Divê bi awayekî ewle rê ji bo vegera gerîla were vekirin."
Piştî banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9'ê Tîrmehê de kir, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêkhatî, li Şikefta Casenê ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe, bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. Merasîm ne tenê li Tirkiye û Rojhilata Navînê, di heman demê de li seranserê cîhanê jî deng veda. Bi sedan kes ji Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê hatin ji bo merasîmê temaşe bikin. Bi mîlyonan kesan jî li ser ekranên televîzyonê ew temaşe kirin.
Yek ji van kesan Rahîme Tûran bû, dayika Hasan Turan (Seyit Rıza Omerya) ê ku di sala 2016'an de li herêma Omerya ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest daye. Malbata Tûran ku di salên 1970'yî de ji ber zextên dewletê û kontrgerîla ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kiriye, dû re çûnye Edeneyê û dû re vegeriyaye Îzmîrê. Malbat piştî ku ji welatê xwe hat koçberkirin, bi zilm û zordariyên din re rû bi rû ma. Di sala 2007'an de, piştî bombebarana li taxa Şîrînyer a Îzmîrê, hin endamên malbatê hatin binçavkirin û bi zilmê re rû bi rû man. Rahîme Tûranê diyar kir ku têkoşîna wê tevî hemû zilmê jî berdewam dike û têkildarî merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk axivî.
Rehîme Tûranê xwest ku şewitandina çekan bibe sedema aştiyê û got: "Ger piştî vê çekberdanê aştî neyê, em ê pir xemgîn bibin. Tekane tişta ku em dixwazin ev e ku dayik dest ji girî berdin. Ji ber ku zarokên dewlemendan namirin; her tim zarokên feqîran dimirin. Kurê wezîrek an cîgirek namire. Em naxwazin kes bimire an jî xwîn birije. Kurdan di vê pêvajoyê de gelek caran gav avêtine. Niha divê dewlet jî gav biavêje. Divê girtîgeh werin vekirin û girtî werin berdan. Hevdîtinên bi Serok (Abdullah Ocalan) re divê azad bin û divê diyalog bi wî re were danîn. Ger dewlet gav biavêje, gelê kurd dê rihettir be."
Rahîme Tûranê diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê û bitêkoşe û got: "Divê hemû sazî piştgiriyê bidin hev. Divê bi awayekî ewle rê ji bo vegera gerîla were vekirin. Me dixwest ku zarokên me yên şehîd vê pêvajoyê bibînin."
'EM AŞTIYEKE BIRÛMET DIXWAZIN'
Rahîme Tûranê diyar kir ku ew aştiyeke birûmet dixwazin û got: "Em aştiyeke bihîle naxwazin. Dilê me birîndar û êşdar e, lê dîsa jî em dibêjin aştî. Ger ev aştî xapandinê bihewîne, kes nikaribe hesabê hêstirên dayikan bide. Heqê bedêla ku dayikan daye nayê dayîn. Em ê zarokên xwe ji bîr nekin. Em dixwazin ciwanên me bi azadî bigerin û xwîn û hêstir bi dawî bibin. Ez bang li dayikên leşkeran jî dikim ku di vê pêvajoyê de cih bigirin. Hikûmeta Tirkiyeyê sedema êşa her du aliyan e. Ger aştî pêk were, dê zarokên wan nemirin. Her du alî jî digirîn dema ku zarokên wan dimirin, lê em dizanin ku zarokên me yên şehîd ji bo çi şer dikin. Divê dayik li her derê derdê xwe parve bikin."
MA / Ûgûrcan Boztaş